Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye komkujiya Helepce şermezar kir 2019-03-16 17:43:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên herêma Cizîrê û Kampa Serdemê bi hezaran kes daketin qadan û komkujiya Helebçe şermezar kirin    Di 16’ê Adara sala 1988’an de rejîma Baas li ser fermana Sedam Hiseyîn bi çekên kîmyewî êrîşî navçeya Helebce ya Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê kir. Di êrîşa kîmyewî de herî kêm 5 hezar zarok, jin, pîr û kalên kurd bi hovane hatin qetilkirin. Nuner û rêveberên rêxistinên sivîl bi boneya 31’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê, li bajarên Hesekê, Serêkaniyê, Tirbesipiyê, Dêrik, Dirbêsî û Şehba daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin. Di çalakiyan de şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn. Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê di salvegera 31`an a Komkujiya Helebçeyê de ku di encama wê de 5 hezar kes şehîd bûn, daxuyaniyek da. Hevseroka Meclisa Hesekê Civîn Remo daxuyanî xwend. Civîn Repo, li Qada Şehîdên Newrozê ya taxa Miftî ya bajarê Hesekê daxuyanî da. Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û saziyên sivîl tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Remo, di daxuyaniya xwe de komkujiya hovane ya li dijî Kurdên Helebçeyê şermezar kir û bang li raya giştî ya cîhanê kir û bêdengiya navdewletî ya der barê qirkirina etnîk li dijî Kurdên Helebçeyê de şermezar kir.    Daxuyanî bi dirûşmên şermezarkirina komkujiyê bi dawî bû.   SERÊKANIYÊ   Li bajarê Serêkaniyê jî endamên saziyên sivîl ên bajêr li pêşiya meclisa bajêr kom bûn û daxuyaniyek da. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Serêkaniyê Rîhan Xelîl ve hate xwendin. Meclisê di daxuyaniya xwe de şehîdên Komkujiya Helebçeyê ku piraniya kesên ku di encama wê de şehîd bûn jin û zarok bûn, bi bîr anîn. Meclisê di dawiyê de Komkujiya Helebçeyê şermezar kir û teqez kir ku ew ê heta dawiyê û heta pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan, şopdarên rêya wan bin. Di dawiyê de dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Meclisa Navçeya Zerqan a girêdayî bajarê Serêkaniyê daxuyaniyek bi vê wesîleyê da û şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn û komkujî hat şermezarkirin.   TIRBESPIYÊ   Bi dehan şênî û endamên saziyên navçeya Tirbespiyê li pêşiya navenda şaredariya navçeyê sekînin û bi heman armancê daxuyaniyek da. Endama Kongreya Star Nalîn Temo daxuyani da. Di daxuyaniyê de Komkujiya Helebçeyê ku di encama wê de 5 hezar kes şehîd bûn, şermezar kirin û hemû şehîd bi bîr anîn. Di dawiyê de hemû komkujiyên dermirovî hatin şermezarkirin û soza şopandina rêya şehîdan heta dawiyê hat dayîn.   DÊRIK   Şêniyên bajarê Dêrikê û endamên saziyên civaka sivîl li Qada Şehîdan a bajêr kom bûn. Piştî rêzgirtinê daxuyanî dan. Rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Nayif Heso daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Komkujiya Helebçeyê hate şermezarkirin û kesên ku di encama wê de şehîd bûne hatin, bibîranîn.   DIRBÊSIYÊ   Meclisa navçeya Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn. Bi dehan şêniyên navçeyê tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Endama Meclisê Henan Derwîş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de bi rêzdarî hemû şehîdên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta dawiyê hat dayîn.   ŞEHBA   Bi sedan şêniyên Kampa Serdem piştî rêzgirtinê ji bo şehîdên Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek da. Hevserokê Meclisa Kampa Serdem Idrîs Weqas daxuyani xwend. Weqas, diyar kirku serokê berê yê Iraqê Sedam Hisên li dijî gelê Kurd komkujî pêk anî û di encama wê de 5 hezar Kurd şehîd bûn. Her wiha hat destnîşankirin ku armanca wan ji vê yekê ku îradeya gelê Kurd bişikînin û hewl dan gelê Kurd qir bikin.   GIRKÊ LEGÊ   Bi dehan şêniyên navçeya Girkê Legê, rêveber û endamên Meclisa navçeyê li Qada Şehîd Xebat Dêrik kom bûn û şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn.   Piştî rêzgirtinê, daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa navçeya Girkê Legê Xaliya Selmo ve hat xwendin û komkujiya Helebçeyê hat şermezarkirin. Her wiha hemû kesên di komkujiyê de şehîd bûne, bi rêzdarî hatin bibîranîn.