Li bajarên Herêma Kurdistanê şehîdên Helebce hatin bibîranîn 2019-03-16 17:00:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê navçe û bajarên Herêma Kurdistana Federe kesên di Komkujiya Helebce de jiyana xwe ji dest dan, hatin bibîranîn û komkujî hat lanetkirin.   Li gelek navçe û bajarên Herêma Kurdistana Federe, bi boneya 31’emîn salvegera Komkujiya Helebce ya di16’ê Adara 1988’an de ji aliyê hêzên rejîma Iraqê ve bi çekên qedexekirî yên kîmyewî û jehrdar komkujiyeke mezin li ser gelê Kurd ê sivîl ên Helepce pêk hat, çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin. Di saeta ku komkujiya Helebce pêk hat de, ango saet 11:00’an de li navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê jiyan rawestiya.   KERKÛK    Nûnerên aliyên siyasî yên Kerkûkê li ber Keleha Kerkûkê kombûn û şehîdên Helebceyê bi bîranîn.   KELAR   Koma Hunerî ya Estêreyan li Germiyan rêze çalakiyek şanogerî li hola Werzîş û Lawan a Germiyanê li dar xistin.    HEWLÊR   Li bajarê Hewlêrê jî, bi heman awayî rêze çalakî hatin lidarxistin. Bi rêya şanoyê li ser şeqaman behsa êşa jinên Êzidî û sûcên kîmyabarana Helebceyê hat kirin. Piştî wê jî bajar 5 deqeyan bêdeng bû.   RANYA   Di nava bazara navçeya Ranya de jî 5 deqe jiyan rawestiya û şehîdên Helebceyê hatin bîranîn.   SÎDEKAN   Li Sîdekanê jî, li ser kîmyabarana Helebce şano hatin nîşandan û şehîdên Helebcê hatin bi bîranîn.