Gelê Helebce, şehîdên Helebce bibîr anîn 2019-03-16 16:36:51   NAVEND NÛÇEYAN - Li Bîrdariya Helebce di 31'emîn salvegera Komkujiya Helebce ya ku ji aliyê rejîma Baas ve pêk hat, bi beşdarbûna bi hezaran kesî bîranîna şehîdên Helebce hat lidar xistin.   Li Bîrdariya Helebce ya Kurdistana Herêma Federe, di 31'emîn salvegera Komkujiya Helebce ya ku ji aliyê rejîma Baas ve pêk hat, bi beşdarbûna  bi hezaran kes bîranîna şehîdên Helebce hat lidar xistin. Ji piraniya bajarê Başûrê Kurdistanê welatî, nûnerên partî û rêxistinan û hikûmeta Başûrê Kurdistanê beşdarî bîranînê bûn.   Di bîranînê de, waliyê Helebce Azad Tufîq  axivî û wiha got: "Hêvîdarin ku serdana berpirsên Iraqê û beşdarbûna wan a di 31'emîn salvegera Komkujiya Helebce de, ji bo Helebce destpêkek nû be. Em daxwaz ji rayedarên Iraq û civata navneteweyî dikin ku bi hewara êşên Helebce bên."   Di bîranînê de Wezîrê Şehîdan û Enfankiriyan Mehmûd Hacî Salih jî axivî û diyar kir ku kîmyabaran planekî rejîma Baasê bû û xwestin bi vê  komkujiyê tolê ji gelê Kurdistanê bistînin. Salih, anî ziman ku ji ber şerê DAIŞ'ê û krîza aborî nekarina ji bo xizmên şehîdan xizmet baş bikin.   Piştre Cîgirê duyemîn ê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîd Hedad axivî û wiha bilêv kir: "Erka karbidestên hikûmeta Iraqê ew ku dawî li hewldanên ji bo ji holê rakirina gelê Kurd bîne. Nabe ku li Iraqê mafên tu kesî werin bin pê kirin. Li Parlamentoya Iraqê dê hewldanên me yên ji bo projeyên ji bo ximzeta Helebce berdewam bikin."   Piştî axaftinan, girseyê gul danîn ser gurên kesên di komkujiya Helebce de jiyana xwe ji dest dan.