Namzetên HDP’ê bi gel re civiyan û esnaf ziyaret kirin 2019-03-16 16:10:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê HDP’ê yên bajar û navçeyan, di çarçoveyê xebatên hilbijartinê de, bi gel re civiyan û sozên dê bajarên xwe bi gel re rêve bibin dan.    Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajarok, navçe û bajaran, di çarçoveya xebatên hilbijartina 31’ê Adarê de, li navend û navçeyên Serêkaniyê, Wêranşar, Xelfetî, Sîwereg û Pirsûs ên Rihayê, Wan, Mûş û Erziromê bi gel re civiyan, esnaf û nexweşxane ziyaret kirin. Namzetên bi gel re civiyan pirsgirêk û gazincên gel guhdar û soz dan ku dê şaredariyê dinava kolan, taxan û bi wan re bi rêve bibin. Namzetên rastî eleqeyek mezin a jin, ciwan, zarok kal û pîran hatin, diyar kirin ku ewê bi hev re dawî li hişmendiya qeymûn zilmkar bînin û dê piştî hibijartinê vîna rast a gel bajarên xwe bi rêve bibe.    Namzetên ku li esnaf û gundan geriyan jî piştgirî welatiyan xwestin, da ku bajarên xwe bi hevre bi rêve bibin.