Destûra Newroza Amedê hat dayîn 2019-03-16 15:57:08 AMED – Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ji bo destûra pîrozbahiyê serî li Walîtiya Amedê da. Piştî nirxandinê destûra Newrozê hat dayîn.     Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ku her sal dîmenên dîrokî li pey xwe dihêle ji bo destûra pîrozbahiya Newrozê serî li Walîtiya Amedê da. Piştî nirxandina Walîtiyê destûra Newrozê hat dayîn. Newroza îsal a ku dê di 21’ê Adarê de li Qada Newrozê (Parka Newrozê) ya li Navçeya Rezana Amedê bê pîrozkirin, bi dirûşma “Teqez em ê bi ser kevin, tecrîdê bişkînin” pêk bê.    Tê payîn di pîrozbahiya Newrozê de bal bikşînin ser greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat destpêkirin û hilbijartinên xwecihî ya 31’ê Adarê.