Xizmên windayan kesên di Komkujiya Helepçê de hatin kuştin bibîr anîn 2019-03-16 15:38:02 AMED / ÊLIH - Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê yên Amed û Êlihê, çalakiyên xwe yên vê heftê diyarî kesên di Komkujiya Helepçê de jiyana xwe ji dest dayîn, kirin û anîn ziman ku ev komkujiya ji aliyê dewletan ve hatî kirin, dê bê naskirin. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" çalakiya xwe ya hefteya 527’emîn li dar xist. Ji ber qada Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu ji ayilê polîsan ve hat dorpêçkirin û destûr nedan malbat li derve daxuyaniyê bidin, xizmên windayan û ÎHD'ê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê daxuyanî dan. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Endamê MYK’ê yê ÎHD’ê Racî Bîlîcî, Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn, Nûnerê Herêma Anadolu yê Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdusselam Înceoren, Serok û nûnerên Şaxên ÎHD’ê yên bajarên herêmê û Serokê CHP’ê yê Amedê Mehmet Sayîn beşdarî çalakiyê bûn.    ROJA KOMKUJIYÊ    Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn di çalakiyê de axivî û bal kişand ser Komkujiya Helepçe ya di 16’ê Adara 1988’an pêk hat. Zeytûn, diyar kir ku ev roj li dijî nasname, çand û nifusa gelê Kurd de û ev bang kir: “Divê dewleta Komara Tirkiyeyê vê sûcê nas bike. Em vê çalakiya xwe diyarî kesên di Komkujiya Helepçê de jiyana xwe ji dest dayîn, dikin.”    'ATAK BI DARÊ ZORÊ BIR’   Piştî axaftina Zeytûn, Endamê Komîsyona Xizmên Windayan ê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Adnan Orhan, çîroka Îhsan Arslan û Alî Karagoz ên di sala 1993’yan de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê Serçerdevan Kamîl Atak ve bi darê zorê hatin birin û carek din agahî ji wan nehat girtin, vegot.   Orhan, da zanîn ku hemû hewldanên malbatên Karagoz û Arslan bê encam man û êdî carek din agahî ji wan nehat girtin.    Piştî çalakiyê 5 deqe çalakiya roniştinê pêk hat.    LI ÊLIHÊ HELEPÇE BI BÎR ANÎN   Li Êlihê jî Xizmên Windayan û Rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê di hefteya 433’Yemîn de li avahiya ÎHD’ê çalakiya xwe  li dar xistin. Xizmên windayan û parêzvanê mafê mirovan bi şîara “Bila Winda Bên Dîtin û Faîl Bên Darizandin” wêneyên windayan hildan û xwestin aqûbeta windayan aşkere bibe. Dîsan di çalakiyê de wêneyên kesên di Komkujiya Helepçê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin vekirin.    Ji rêveberên ÎHD’ê Îlyas Tarim, di çivînê de axivî û şehîdên Komkujiya Helepçeyê bibîr anîn.     Dûre Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Fahrettîn Asûtay, daxuyanî da û wiha got: “Em çalakiya xwe  ya vê heftê diyarî Komkujiya Helepçe dikin. Ev komkujî, di rastiyê jenosîdeke.”    Piştî axaftina Asûtay, xizmên windayan çalakiya 5 deqe rûniştinê li ser xistin.