ÎHD’a Îzmîrê: Divê girtiyê nexweş Tekîn demildest bê berdan 2019-03-16 14:49:46   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îbrahîm Tekîn ê 24 salin girtiye û xwest girtiyên nexweşîna giran demildest bên berdan.    Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên windayan di hefteya 473'yan de bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li beravahiya Serokwezîriyê ya Konakê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, rêveberên HDP’ê û gelek nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bedeng nemîne, nebe hevkarê sûc, dimirin” hat vekirin. Şaxa ÎHD’ê di çalakiya vê heftê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna Pişikê Îbrahîm Tekîn ê 24 salin girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê tê girtin.    Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê Parêzer Alî Aydin, daxuyaniya vê heftê da û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a 129 rojin berdewam dike. Aydin, diyar kir ku rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de êdî pir krîtîk bûye û wiha axivî: “Em bang li rayedarên dewletê dikin ku erka xwe bi cih bîne.”    ‘BILA HEMÛ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’   Aydin, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşa Pişikê Îbrahîm Tekîn ê 24 salin girtiye û wiha got: “Tekîn ev 24 salin girtiye û gelek nexweşiyên wî hene. Ji ber pirsgirêka Pişikê nikare bêhnê bide û bistîne. Di saya mekînê bêhnê dide û distîne de dijî. Rewşa tekîn ne her ku diçe xerab bide. Divê Tekîn bê berdan. Em di şexsê Tekîn de dixwazin hemû girtiyên nexweşîna giran demildest bên berdan.”