8 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2019-03-16 13:07:00   MÊRDÎN - 3 jê zarok 8 kesên di serdegirtinên malan ên li Mêrdînê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li Taxên Saraçoglu û Yalim ên navçeya Artûklû ya Mêrdînê, pêr bi ser malan de hatin girtin. Di serdegirtinê de 3 jê zarok 8 kes hatibûn binçavkirin. 8 kesên ku lêpirsîna wan a li Midûriyeta Polîsan bi dawî bûn, serbest hatin berdan.    Hat diyar kirin ku 8 kes bi hinceta dirûşmeyên ji bo Hevseroka KDC’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye berz kirin, hatibûn binçavkirin.