Li Girtîgeha Tarsûsê maske nadin girtiyên di grevê de 2019-03-16 12:54:00 MÊRSÎN -  Malbatên girtiyên li Girtîgeha T-2 a Tarsûsê di greva birçîbûnê de diyar kirin ku mafên girtiyan ên tenduristiyê û ragihandinê tê îhlalkirin û maskeyê nadin wan.  Çalakiya greva birçîbûnê ya ya di 16'ê Kanûna 2018'an de bi 35 kesan dest pê kir, niha bi tevlêbûna hezaran girtiyan li hemû girtîgehan berdewam dike. Girtyên bi armanca rakirina tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi grevê kirine tevî hemû astengî û zextan bi biryar çalakiya xwe berdewam dikin. Li girtîgehan girtiyan di yek hucreyê de digirin û Vîtamîna B1 an jî pêdiviyên wan ên şekir, xwê bi rêk û pêk nadin wan. Yek ji girtîgehên ku binpêkirina mafan berdewam dike Girtigeha Tarsusê ye. Malbata Mervan Songur û Hayrûllah Turan ên li kawîşa A-13 ya Girtîgeha T-2 a Tarsûse girtî û di greva birçîbûnê de ne, rewşa tenduristiya wan krîtîk bûye. Malbatan anîn ziman ku maskeyê nadin girtiyan, rojnameyê nadin girtiyan û gefan li wan dixwin.