Dadgehê 'Çerxa bertilê' ya qeyûm bincil kir 2019-03-16 11:27:08 MÊRDÎN – Di çerqa bertîlê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayîn kiriye belgeyên nû derketin holê. Di îhaleyên ku bi bangê gelek şîrket têkevinê, li gel ku tenê şîrketek ket îhaleyê wekî ku 3 şîrket ketin îhalê hat nîşandan. Mudurê mûhasebeya şîrketa ku bi belgeyan li dozgeriyê gilî kir û hat binçavkirin, piştî hat binçavkirin belgeyên xwe paşve kişandin.  Nelirêtî û îhlalên Qeyûmê şaredariya Mêrdînê her ku diçe zêde dibin. Duh derket holê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya beriya qeyûm bê tayînkirin bi trîlyonan pere di qaseya wê de hebû, piştî qeyûm tayin kirin Şaredarî ket bin deynan. Di belgeyan de derket holê ku Şêwirmendê Walî Bulend Erdoul 246 hezar TL bertîl xwariye. Bi belgeyan derket holê ku şêwirmendê Walî û Qeyûmê şaredariya Bajarê Mezin Mustafa Yaman Bulent Erdolu ji şîrketa ku maşîne jê kirê kirine ruşwet/bertil xwariye. Di bin navê "komîsyona fatûreyê de" ji Şîrketên Turkuazlar Turizm, Gida, İnşaat, Petrol, Nakliyat, Şîrketa Sanay û Ticaretê bi sed hezaran TL bertîl xwariye. Heta salekê çerxa bertîl/ruşvetê berdewam kir. Di ekstreyên hesab de derket holê ku piştî fatûreyê ji bo maşîneyên walî û qeyûm şandiye fatûre birîne û pere li ser hesabe şewirmend razandine. Walî û qeyûm ku fatûreyên ji şaredar re birîne, bi mûnere kirine û bi navê “komisyona fatûreyan" qeyd kirine. Ev çerxa bertîlê ji sala 2017'an dest pê kiriye û heta Adara 2018'an berdewam kiriye.    YEK FÎRMA KET ÎHALEYÊ 3 FÎRMA NÎŞAN DAN'   Li gorî agahî û belgeyan hat diyar kirin ku Walîtiya Mêrdîn piştî 2016'an ku wekî qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bû, îhaleya kirêkirina maşîneyan wekî bi rêya îhaleya vekirî pêk anîbe nişan da, lê derket holê ku bi îhaleya girtî pêk anîye. Tenê şîrketa Turkuaz Turizmê dawetî îhaleyê kirin û wekî ku 3 şîrket ketibin îhaleyê nişan da. Di 3 zarfan de mohra şîrketên cuda û buhayê cuda li daxwaza îhnaleyê nivîsandin û îhale ji Fîrmaya Şîrketa Turkuazlar Turizmê re hiştin. Turkuazlar Turizm ku bi Erdolu dest bi kar kir, ji bo her faturayê pereyê komîsyonê ji hesabê Erdolu re şandin.    HÊJMARA MAŞÎNEYAN ZÊDE HAT NÎŞANDAN   Piştî îhaleyê hêjmara maşîneyên Turkuazlar Turizmê zêde nîşan dan. Şaredariyê û Walîtiyê li gel pêdivî tune bû jî hêjmara maşîneyan zêde nîşandan. Turkuazlar Turizm a daxwazên Erdolu qebûl kir, mîktarê komisyona bertîlê ya Erdolu jî zêde kir. Pere ji hevjîn, keç û Erdolu re bi rê û rêbazên din şandin.    QEYT JÊ BIRIN Û MIDÛRÊ MUHASEBÊ JI KAR AVÊTIN    Di Nîsana 2018'an de bi sedema ku Turkuazlar Turizmê komîsyona rişwetê (Bertîlê) ya Erdolu ranezandiye, di navbera Erdolu û Turkuazê de niqaş derketin. Piştî niqaşan Midûrê Muhasebeyê ku rastî bêbextiyê hat, hemû ekstreleyên hesabê bankê pêşkêş kir. Derket holê ku fatûre bi fatûre hemû karê bertîlê hatiye qeydkirin. Li ser vê yekê Erdolu, dîsa bi rêveberiya şîrketa Turkuazê re hevdîtin kir û bi sedema Midûrê muhasebeyê dê serê wan têxe belayê dawî li karê midûr anîn.    MIDÛR SERLÊDANA SÛC KIR HAT BINÇAVKIRIN   Piştî hevdîtina midûr û şîrketê, şîrketê dawî li karê midûrê muhasebeyê anî. Li ser vê yekê Midûrê Muhasebeyê bi belge û qeydan serî li Serdozgeriya Mêrdînê da û serlêdana sûc kir. Piştî midûr der barê nelirêtiyê serlêdana sûc kir, dozger bêyî agahiya tu kesî bang li Erdolu û rayedarên Turkuazê kir. Li ser vê yekê malpera nûçeyan a "haberkurulu.com" Rojnameger Îbrahim Kutlay li ser du hesabên twitterê nivîsî û got: “Welatiyekî Mêrdînî der barê Memûrê Walîtiya Mêrdînê Bulent Erdolu de bi sedema belgeyên fermî şên bertîlê serlêdana sûc kiriye. Ji ber vê yekê hatiye binçavkirin û 12 saetin agahî jê nayê girtin." Piştre agahî hat qutkirin.    WALÎTÎ KET TEVGERÊ Û SER BÛYERÊ BINCIL KIRIN   Hat diyar kirin ku piştî rayedarên Walîtiyê ketin nava tevgerê zor li midûrê muhasebê kirine û giliyê wî paşve kişandine û ser bûyerê bincil kirine.    MA / Ahmet Kanbal