Li Girtîgeha Şirnexê girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an 2019-03-16 10:04:26   ŞIRNEX - Li Girtîgeha Şirnexê, hejmara girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, duh derket 20’an. Hat diyar kirin ku duh 2 çalakger nexweş ketin, lê mudaxileya tibbî qebûl nekirin.    Hejmara girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger her roja diçe zêdetir dibe. Hejmara girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê yên di greva birçîbûnê de,  bi tevlîbûna 3 girtiyên jin derket 20’an.     GIRTIYÊN NEXWEŞ KETIN MUDAXILEYA TIBBÎ QEBÛL NEKIRIN    Girtiyên derbarê çalakiya xwe de ji girtîgehê peyam şandin, diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên pêşwazî kirin, dê paşve gav ne avêjin. Girtiyan, anîn ziman ku hin nameyên ji Cizîrê ji wan re hatibûn şandin, rayedarên girtîgehê nedane wan.   Li aliyê din, hat destnîşan kirin ku Agît Bîlîk ê ji 16’ê Çile ve çalakiya xwe berdewam dike û Onder Poyraz ê ji 31’ê Çile ve di greva birçîbûnê deye, pêr nexweş ketin û her ku girtiyan jî mudaxileya tibbî qebûk nekirine.    NAVÊ GIRTIYÊN KETIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Girtiyên di 16’ê Çile de ketin greva birçîbûnê: Hakan Kûtlûk, Aît Bîlîk û Osman Beytûr.     Girtiyên di 31’ê Çile de ketin greva birçîbûnê: Onder Poyraz, Salîh Kûtlûk û Hakan Petekkaya.    Girtiyên di 1’ê Adarê de ketin greva birçîbûnê: A. Kerîm Sevînç, Îzzettîn Ormanli, Mesut Olmez, Abûbekîr Nenk, Mûsa Kulter, Halîl Kabak, Bahattin Alkiş, Yilmaz Ugur, Mahsun Guçlu, Serhat Sevişoglu û Mehmet Alî Bayir.   Girtiyên di 15’ê Adarê de ketin greva birçîbûnê: Fatma Çetînkaya, Zeynep Mete û Rojda Topçû.