Qeyûm li Hezexê amadekariya çûyînê dike 2019-03-16 10:02:36 ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê ya Şirnexê piştî pêla bayê HDP'ê geş bû û rêya dengê HDP'ê zêde ye, bi nêzîkbûna hilbijartinê re Qeyûm blokên betonê yên li dora avahiya şaredariyê kom kiribûn, hêdî hêdî radike û amadekariya çûyîna xwe dike.    Ji hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31'ê Adarê re 15 roj man. Beriya hilbijartinê hemû partî xebatên hilbijartinê li tax, kolan û gundan berdewam dikin. Şaredariyên ku li bajarên herêmê berê di destê DBP'ê de bûn û deriyê wan bi şev û roj ji gel re vekirîbûn, piştî qeyûm tayîn kirin, dora başedariyan bi blokên betonê dorpêç kirin û li ber deriyê her şaredariyê polîsên bi çek kirin nobedar. Piştî AKP'ê dest danî ser şaredariyan û qeyûm tayîn kir, ketin û derketina mirovan a şeredariyan di bin kontrola polîsan de pêk dihat. Lê piştî hilbijartin nêzîk bû ji bo bertekên gel yên li hemberî xwe kêm bikin, li aliyeki zexîre belav dikin, li aliyekî rêyên hatine xerakirin pîne dikin, li aliyê din jî dixwazin deriyê şaredariyan ji gel re vekin û blokên beton rakin. Li navçeya Hezexê ku berê şaredarî di destê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû, bi fermana Wezîrê Karên Hundir di 21'ê Îlona 2016'an de Hevşaredarên DBP'ê yên Hezexê Mehmet Muhdi Arslan û Nevin Girasun ji peywirê hatin girtin. Piştî qeyûm tayîn kirin dora şaredariyê bi blokên beton dorpêç kirin û polîs danîn ber deriyê şaredariyê. Niha piştî hilbijartina 31'ê Adarê nêzîk bû, qeyûm dest bi rakirina  blokên beton dike.    'QEYÛM AMADEKARIYA ÇÛYÎNÊ DIKE'   Niha li Navçeya Hezexê herî zêde bayê HDP'ê geş bûye. Li dijî namzetê AKP'ê yê qeyûm, herî zêde xwedîderketin û coşa li dijî Namzetên HDP'ê yên Hevşaredar Murat Şen û Songul Erden zêde ne. Li Hezexê bi çavê teqez li namzetên HDP'ê dinerin. Bi nêzîkbûna hilbjartinê re, ji ber ku bayê HDP'ê zêde geş e, AKP'ê dest bi amadekariya koçkirinê kir. Li aliyekî blokên beton radike, li aliyê din jî alên Tirkiye ku bi şaredariyê vekiribûn rakir. Dîsa maşîneyên polîsan û qilûbên polîsan jî rakir. Welatîyan diyar kir ku AKP û qeyûm dizane wê têk biçe ji niha de amadekariyaçûyinê dike.    NAMZETÊN HEVŞAREDARIYA HEZEXÊ    Namzetê Hevşaredariya HDP'ê ya Hezexê Murat Şen, diyar kir ku qeyum ji ber dizane dê winda bike ji niha de amadekariya çûyînê dike. Qeyûm coş û kelecana li hemberî HDP'ê dibîne. Ji ber vê yekê amadekariya çûyînê dike."    'EM Ê NELIRÊTIYÊ PIŞTÎ HILBIJARTINÊ AŞKERE BIKIN   Şen, anî ziman ku piştî qeyûmê şaredarî kirin qereqol û zilm zedekirin. Şen, da zanîn ku gelek mal û milkê şaredariyê li şirîk û hevkarên xwe parve kirin û ew dê nelirêtiyê piştî hilbijartinê bi gel û raşa giştî re parve bikin.