Li Wêranşarê yek rojev heye: Wê HDP ji sedî çend ferq biavêje 2019-03-16 09:53:30 RIHA – Li Navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji niha ve diyare ku dê di hilbijartina xwecihî de kî bi ser bikeve. Şêniyên navçeyê gotin dê HDP bi ser bikeve û tenê yek rojeva wan heye dê HDP wê bi sedî çend ferq biavêje AKP’ê.  Şaredariya Navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji 12’ê kanûna 2017’an ve ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin. Ji wê rojê ve şaredarî ji gel re hatiye girtin û mîna avahiyek karakolê tê xuyakirin. Qeyûm gellek karkerên şaredariyê ji kar derxist û şaredariyê xistiye bin deynan.   HDP BÊYÎ DIJBERÎ XEBATÊ BIRÊVE DIBE    Li dijî van kirinên qeyûm, hilbijartina xwecihî jî gel dikişîne nava hilbijartinê. HDP wek ku li gelek bajar û navçeyên din ên herêmê xebatên xwe li Wêranşarê jî birêve dibe. Hema bêje HDP’ê bêyî dijberê xwe xebatan birêve dibe. Her çiqas AKP îda bike bêje dengên wan zêde ne lê ji bilî çend alên wan ên li çend cihan daliqandî tu rengê wê xuya nake.    NÎQAŞ SERKETINA HDP’Ê Û TÊKÇÛNA AKP’Ê YE    Şêniyên Wêranşarê ku dibînin qeyûm bi çi qelsiyê şaredariyê birêve dibe û li dijî vê yekê jî li dora HDP’ê kom dibin. Li buroya hilbijartina HDP’ê ya li ser Cadeya Qerejdaxê kes jê kêm nabe û tenê yek rojeva wan heye ew jî ka dê HDP ji sedî çend ferq biavêje AKP’ê.    NÎQAŞ TECRÎD Û HILBIJARTIN E   Kal û pîrên navçeyê ji seatên serê sibê li şûna biçin ber deriyê qahwexaneyan rûnên diçin buroya HDP’ê û li vir tev li nîqaşên hilbijartinê û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibin. Rêveberên HDP’ê HDP, kal, pîr, ciwan û jin bi şev û roj dixebitin û mal bi mal digerin û belavokên HDP’ê belav dikin. Namzetên hevşaredariyê û xebatkar têkiliyê bi her şêniyê navçeyê re datînin.    JIN BEHSA LEYLA GUVEN DIKIN    Jinên ku xebata hilbijartinê birêve dibin hem li aliyekî behsa girîngiya hilbijartinê dikin û hem jî li aliyê din behsa greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku serdemek berê serokşaredariya Wêranşarê kir.    'ÊDÎ EM DENG NADIN AKP’Ê   Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Wêranşarê Roza Yazmac û Xidir Oktay ku mal bi mal digerin behsa kirinên qeyûm dikin û behsa nêzîkatiya xwe ya ji bo hilbijartinê û şaredariyê dikin. Namzet ji şêniyên navçeyê destekê dixwazin û gel vedixwînin bi hev re birêvebirina şaredariyê. Namzet welatiyên ereb jî ziyaret dikin û destekê ji wan daxwaz dikin. Şêniyên ereb wiha dibêjin: “Êdî ji AKP’ê re deng nînin.”    AKP LI WÊRANŞARÊ BI TENÊ MAYE    Li derdora HDP’ê tevgerek qerebalix heye, lê AKP di nava tenêbûna xwe û bêdengiya xwe de maye. Namzetê AKP’ê her cihê ku diçe ziyaretê bi berteka li dijî qeyûm û polîtîkaya AKP’ê re rû bi rû dimîne. Şêniyên navçeyê ji bo AKP’ê wiha dibêjin “Li navçeya me bi qeyûm re AKP’î neman. Ew qeyûman jî tayîn dîsa tayîn bikin em ê dîsa jî xwedî li îradeya xwe derkevin.”    MITÎNGÊ SERKEFTINA HILBIJARTINÊ NÎŞAN DA    Di 10’ê adarê de bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî mitînga hilbijartinê ku bi hezaran kes tev li bûn encamên 31’ê Adarê yên bi ser ketina HDP’ê nîşan da. Tevî hemû astengiyê polîsan jî bi hezaran kes bi yek dengî got “Wêranşar Ya Me Ye.”    MA / Arjîn Dîlek Oncel