Fikarên malbatên girtiyan zêde bûne 2019-03-16 09:52:29 DERSIM - Malbatên girtiyan ên li Dersimê, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin daxwaz û çalakiya greva birçîbûnê yên zarokên xwe û bal kişandin ser zextên li Girtîgeha Xerpêtê zêde bûyîn. Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di 16’ê Kanûnê de li girtîhan dest pê kirin û di 1’ê Adarê de jî belavî hemû girtîgehan bû, bi biryardarî berdewam dike. Di serî de li Xarpêtê, li tevahiya girtîgehên çalakiyên grevên birçîbûnê lê heyîn, binpêkirinên mafan pir zêde bûne. Malbatên girtiyan ên li Dersimê, xwestin ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn bi dawî bibin û fikarên xwe anîn ziman.    ‘DIVÊ DEWLET QANÛNÊN XWE PÊK BÎNE’   Dayika girtiyê 28 salî Kazim Kit ê sewqî Girtîgeha Bafra ya Semsûnû hat kirin û ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê deye Ferîde Kit, diyar kir ku fikarên wê derbarê tiştên li girtîgehê tên jiyîn de, hene û wiha axivî: “Em dixwazin daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê dene bên bi cih anîn. Daxwazên girtiyan pir meşrûne û divê dewlet qanûnên xwe pêk bîne. Ji ber ku kurê min ketiye greva birçîbûnê, destûr nayê dayîn ku em hevdîtinê bikin. Niha li wê derê çi diqewime, em nizanîn. Ji bo vê em bi fikarin.”   ‘TIŞTA JI DESTÊ MIN TÊ EZÊ BIKIM’   Kit, bal kişand ser çalakiya di şexsê Leyla Guven û Nasir Yagiz de destpêkirin û li tevahiya girtîgehan belav bû û wiha bilêv kir: “Ji roja ku kurê min ketiye greva birçîbûnê, hemû tiştên dixwim di qirika min de deminin. Ji ber vê daxwazên wan daxwazên me ne. Daxwazên hemû dayîkane. Em dixwazin demildest bersivekê bidin daxwazên zarokên me. Ji bo ev daxwazên me pêk werin tişta ji destê min tê ezê bikim. Ez wan silav dikim”    ‘DEWLET BI ZANEBÛN MEHKÛMÊ MIRINÊ DIKE’   Bavê girtiyê 23 salî Sînan Amaç ê nêzî 2 salane li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê girtiye Alî Haydar Amaç jî, anî ziman ku êrîşên li dijî girtiyan, ji derveyî mirovahiyê ne û wiha axivî: “Dema em çûn hevdîtinê jî, me ev bi zelaî dît. Êdî wisan bûye zextan li malbatan jî dikin. Destûr nadin em behna zarokên xwe jî bikişin hûndirê xwe. Ji ber ku girtî li dijî pêkanîna derdikevin, rastî tuneyê tên. Em dixwazin tundiya li girtîgahan bi dawî bibe. Dewlet bi zanebûn mirovan dixin girtîgehan û wan mehkûmê îşkencê û mirinê dikin. Îro zarokên me li dijî zext û binpêkirinên mafan têkoşîna rûmetê didin û em heta dawiyê piştgiriyê didin berxwedana wan.”    ‘JI BO KU TUNDÎ BI DAWÎ BIBE DIVÊ EM DENGÊ XWE DERXIN’   Keça girtiyê 53 salî Ayhan Çelik ê 2 salin li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpêtê girtiyê Nazli Çelîk jî, diyar kir ku li Girtîgeha Xarpêtê, binpêkirinên mafan tu carî bi dawî nebûne û wiha got: “Îro di şexsê Leyla Guven de çalakiyên grevên birçîbûnê li girtîgehan hatine destpêkirin. Piştî grevên birçîbûnê zext zêdetir bûne. Li Girtîgeha Xarpêtê komek gardiyenên binavê ‘Taxima A’ heye. Ev kom bi awayekê fîzîkî girtiyan derp dikin û îşkencê li girtiyan dikin. Ji bo hemû girtiyan fikarên min hene. îşkenceya li bavê min hatibû kirin, li ser laşê wî xuya dikir. Li girtîgeha Xarpêtê îşkeceya fîzîkî û derûnî li girtiyan dikin. Ji bo ku ev pêkanîn bi dawî bibin, divê em dengê xwe bilind bikin.”   MA / Semra Turan