Namzetên HDP'ê yên Motkiyê: Em ê bi hev re biryaran bigirin û hilberînin 2019-03-16 09:18:12 BEDLÎS - Namzetên HDP' yên Motkiyê Belgîn Korkmaz û Îrfan Hulaku, eger ew bên hilbijartin ew ê ji bo navçeyê modelek nû biafirînin û ew ê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin.  Namzetên HDP'ê yên navçeya Motkî ya Bedlîsê Belgîn Korkmaz û Îrfan Hulaku, destnîşan kirin ku eger ew bên hilbijartinê ew ê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin.    ‘HDP, PARTIYA JIN Û CIWANA YE'    Namzet Korkmaz, anî ziman ku HDP, partiya jin û ciwan ye û ew ê pêşî guh bidin daxwazê wan. Korkmaz got: "Şaredariya gel hat xespkirin. Qeyûman pêşî berê xwe da azadiya jinê. Zilam danîn ser saziyên jinan. Ji bo ev pêkanîn bi dawî bibin divê em şaredariyê bi dest bixin û diyarî jin û ciwanan bikin."    Korkmaz, bilêv kir ku li Motkiyê jî dewlet berberîbûnê dixe navbera kurdan û siyaseta cihêkariyê bi rê ve dibe. Korkmaz got: "Werin em bi hev re xwedî li şaredariya xwe û vîna xwe derkevin. Em mil bidin milê hevdu û qeyûma bişînin. Em xwe bi xwe bajarê xwe bi rê ve bibin. Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî jî bi ser bikevin."    ‘EM Ê TEVÎ GEL BI RÊ VE BIBIN'    Namzet Hulaku jî, destnîşan kir ku ew ê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin û got: "Li vê erdnîgariyê ziman, çand û wêjeya me qedexe ye û bi ser de vîna me jî xesp kirin. Em ê li dijî vê bitêkoşin. Wê karê me yê ewil temamkirina projeyên hevşaredarên me be ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin û hatin girtin."    Hulaku, diyar kir ku Motkî wek malbetekê ye û got: "Em ê tevî gel bixebitin, hilberînin û bi hev re bixwin. Fikrê mirovan ê siyasî çi dibe bila bibe, em ê bi hev re şaredariyê bi rê ve bibin. Wexta em bi ser bikevin, em ê li gor pêdiviyan projeyan çêbikin. Em ê hewl bidin ku Motkî bibe bajarekî jiyana komunî."    MA / Selman Guzelyuz