‘Berî ku zarokên me jiyana xwe ji dest bidin em bibin dengê wan' 2019-03-16 09:16:32 SÊRT - Agîr Kaçar, bavê Refîk Kaçar ku li Girtîgeha Xarpêtê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku daxwaza girtiyan daxwazeke rewa û mirovî ye û got: "Berî ku zarokên me jiyana xwe ji dest bidin em bibin dengê wan."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 129'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome.    16 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE    Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Refîk Kaçar (27) e. Kaçar, li Girtîgeha Xarpêtê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Kaçar, sê sal berê hatiye girtin û bi îdiaya kevir avêtiye polîsan 9 sal ceza lê hatiye birîn.    Bavê wî Agît Kaçar (50), diyar kir ku di 14'ê Adarê de ew çûye girtîgehê cem kurê xwe û got: "Tim cezayê hevdîtinê, cezayê telefonê û cezayê sporê lê tê birîn. Ev pêkanîn li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê heye, lê belê li Xarpêtê bi awayekî cuda tê pêkanîn." Kaçar, diyar kir ku herdu çavên kurê wî naqîl in û wexta dûr û dirên di grevê de bimîne dibe ku kor bibe. Bav Kaçar, bilêv kir ku wî ev ji kurê xwe re jî gotiye, lê belê kurê wî gotiye: "Tiştek nabe. Ez jî wekî hevalên xwe me."    ‘DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'    Bav Kaçar, bang li gel û rewşenbîran kir û got: "Em xwedî li zarokên xwe derkevin. Berî zarokên me jiyana xwe ji dest bidin, em bibin dengê wan. Ji bo tecrîda li ser gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê. Divê ev tecrîd bi dawî bibe. Daxwaza wan daxwazeke rewa û mirovî ye. Ji ber wekî din li ber wan tu rê nemaye bedena xwe dane ber mirinê. Bang li gel dikim. Bila her kes xwedî li daxwaza zarokên me derkeve û tev bigere."    Her wiha bav Kaçar, diyar kir ku di hevdîtinê de kurê wî gotiye, girtiyên 65 roj in di greva birçîbûnê de ne xistine hucreyên yekkesî û li cem wan refeqatvan tune ne.