Atalay: Wê tarî ronî bibe, lê wê Gezî bimîne 2019-03-16 09:10:16 STENBOL – Di îdianameya der barê çalakiyên geziyê de, yek ji kesên cezakirina wî tê xwestin Parêzer Can Atalay e. Atalay, diyar kir ku bi îdianameyê dixwazin armanca Geziyê berevajî bikin û got: "Gezî, daxwaza wekhevî, azadî û edaletê ya vê xakê ye. Wê ev tarîtî biçe, lê wê Gezî bimîne."  Der barê çalakiyên Geziyê de îdianame hat amadekirin. Di îdinameyê de Osman Kavala, Can Dundar, Mehmet Alî Alabora, Mucella Yapici û Can Atalay jî di nav de cezakirina 16 kesan tê xwestin. Îdianame ji 657 rûpelan pêk tê û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 30'yemîna Stenbolê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de der barê 2 jê girtî 16 kesan de bi îdiaya "jiholêrakirina Komara Tirkiyeyê, astengkirina pewyirê û fînansekirina bûyerên Geziyê" cezayê muebeta giran tê xwestin. Her wiha tevî cezayê muebeta giran ji 658 salan heta 3 hezar û 70 salî jî cezayê tê xwestin. Wê danişîna ewil di 24-25'ê Hezîranê de pêk bê.    ÎTIRAZA BI MILYONAN    Parêzer Can Atalay, îdianameya heyî nirxand û got: "Tê gotin 'çalakiyên Geziyê ji aliyê derdorên emperyalîst ve hatiye sêwirandin û ji aliyê fînansorên li Tirkiyeyê jî hatiye fînansekirin.' Tu rastiyeke vê îdiayê tune ye. Berevajîkirina armanca Geziyê ye. Gezî tevî gelek taybetmendiyên xwe, di heman demê de antîemperyalîzm e jî. berdewama kevneşopiya antî emperyalîzmê ye. Divê bi tu awayî bi fînanasekirinê ve neyê girêdan. Em li dijî betonkirina Geziyê têkoşiyan û me îtiraz kir. Bi vî awayî di 31'ê Gulana 2013'an de bi milyonan welatî tev li vê îtirazê bûn."    Atalay, ji bo îdianameyê got: "AKP, her tişt kir lê belê bi taybetî li bajarên mezin û li bajarên kurdan nikaribû li gor dilê xwe hegemonyayekê biafirîne. Niha jî bi her awayî tê ceribandin. Bi vê îdianameyê dixwaze hegemnoyaya civakiyî bi hêla xwe ve veguherîne."    ‘HEWLDANEKE BÊHÛDE YE'    Atalay, bilêv kir ku der barê wan de 3 hezar sal ceza tê xwestin û got: "Ev rewşeke cidî ye. Em behsa wexteke ku ji jiyana mirovan gelekî wêdetir e dikin. Di îdianameyê de tiştekî bimantiq tune ye. Gezî yek ji wan dînamîkên civakiyî ye ku AKP pir jê ditirse. Li rojhilatê welat tiştên jê ditrise hene û li rojvayê welat jî ji qadên ku îmha kiriye ditirse. Gotin di cih de me, dixwazin dîrokê ji nû ve binivîsînin û Geziyê tawanbar bikin. Em tim dibêjin, Gezî, daxwaza wekhevî, azadî û edaletê ya vê xakê ye. Wê ev tarîtî biçe, lê wê Gezî bimîne. Ez tenê behsa sînorên Mîsak-î Mîllîyê nakim. Ji bo tevahiya Rojhilata Navîn dînamîkeke pir girîng e. AKP, dixwaze vê yekê li gor xwe bikole. Lê belê ev hewldaneke bêhûde ye. Wê ev tarîtî biçe lê wê Gezî bimîne."    Atalay ji bo danişîna ewil jî got: "Di dosyeyê de du kes girtî ne. Yek jê sal û nîve -ke tê tecrîdkirin. Divê ev her du kes bên berdan. Divê fikrên me yê siyasî û van mirovan newekhev bin. Lê belê ev kes bi Geziyê hatin tawanbarkirin. Nexwe noqteya me ya hevpar Gezî ye. Jixwe em wisa dikin. Em ê wisa jî bikin. Em çesîdariya Geziyê, bakiyeya wê ya civakiyî û siyasî bi serbilindî li se rmilê xwe dikin. Me li derve çi gotibe em ê li eywana danişînê jî heman tiştî bibêjin."    MA / Sadiye Eser