ROJEVA 16'Ê ADARA 2019'AN 2019-03-16 09:00:52 * Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ozgur Denîz Deger, anî ziman ku serlêdana wan a ji bo kontrolkirina tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê hatiye redkirin. Bijîşk Huseyîn Yavîç jî got: "Der barê dayîna xwê, şekir, karbonat û vîtamîna B1 û B2 de endîşeyên me hene."  *  Li Wanê esnafan diyar kir ku êdî ji ber krîza aborî ew nikarin heqê kirêya xwe jî bidin û gotin, bi taybetî jî sektora înşeatê hema bêje ji pertav ketiye.   * Di îdianameya der barê çalakiyên geziyê de, yek ji kesên cezakirina wî tê xwestin Parêzer Can Atalay e. Atalay, diyar kir ku bi îdianameya hatiye amadekirin tê xwestin armanca Geziyê bê berevajîkirin û got: "Gezî, daxwaza wekhevî, azadî û edaletê ya vê xakê ye. Wê ev tarîtî biçe, lê wê Gezî bimîne."    * Li Antalyayê jinan bilêv kir ku ew ê bibin dengê berxwedana Leyla Guven û girtiyan û bang li dewletê kirin ku li gor hiqûqa xwe tev bigere.    * Wê li Îzmîrê Newroz bi dirûşmeya "Em ê bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişîkînin" li Qada Gundogdûyê bê pîrozkirin. Hevseroka HDP'a Îzmîrê Kadîr Baydûr, her kesî vexwand pîrozbahiyê.    * Hevseroka TUHAYDER'ê yê Herêma Egeyê Selma Altan, diyar kir ku li girtîgehanên Îzmîr û Manîsayê cezayê hucre, pêwendî û hevdîtinê li girtiyên di greva birçîbûnê de ne hatiye birîn.    * Berdevka Meclîsa Jina ya DTSO'yê Nevîn Îl, diyar kir ku newekheviya civakiyî herî zêde di qada aboriyê de xwe dide der û got: "Di bingeha hemû şideta li ser jinê de aborî heye. Wê Meclîsa Jinan cesaretê bide jinên muteşebîs."    * Namzetên HDP' yên Motkiyê Belgîn Korkmaz û Îrfan Hulaku, eger ew bên hilbijartin ew ê ji bo navçeyê modelek nû biafirînin û ew ê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin.    * Agîr Kaçar, bavê Refîk Kaçar ku li Girtîgeha Xarpêtê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku daxwaza girtiyan daxwazeke rewa û mirovî ye û got: "Berî ku zarokên me jiyana xwe ji dest bidin em bibin dengê wan."    * Siyasetmedar-nivîskar Tarik Ziya Ekîncî, hilbijartina 31'ê Adarê nirxand û got: "Eger kurd dixwazin li vî welatî bên naskirin û bibin xwedîmaf, ji bo AKP dengekî nestîne çi ji destê wan tê divê bikin. Ev hilbijartinê ji bo kurdan diyarkirina qederê ye." Her wiha Ekîncî, ji bo stratejiya HDP'ê ya li Rojavayê Tirkiyeyê jî got: "Dendayîna min a ji bo CHP'ê helbet bi min giran tê, lê belê ez ê bidim."    * Malbatên girtiyan ên li Dersimê, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin daxwaz û çalakiya greva birçîbûnê yên zarokên xwe û bal kişandin ser zextên li Girtîgeha Xerpêtê zêde bûyîn.   * Li Navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji niha ve diyare ku dê di hilbijartina xwecihî de kî bi ser bikeve. Şêniyên navçeyê gotin dê HDP bi ser bikeve û tenê yek rojeva wan heye dê HDP bi sedî çend ferq biavêje AKP’ê.    * Girtî Engîn Okûdûcû yê nexweş bû û rakirin nexweşxanê, zext lê tê kirin ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya 71 rojin didome, bi dawî bike. Okûdûcû, diyar kir ku berdêl çi dibe bila bibe, ev çalakî dê berdewam bike.    * Xebatên namzeten HDP'ê yên hilbijartinê dê bi civîn, ziyaret û gera nava gel berdewam bike. (10.00   * Platforma Jinan a Enqere, dê têkildarî êrîşa li dijî çalakiya 8'ê Adarê  li Yekîtiya Mulkiyeyan civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)   * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 729'an de jibo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe ya Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê û xizmên girtiyên nexweş, dê têkildarî girtiyên nexweş li Parka Înonu daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan dê li gelek navendan bi daxuyaniyên çapemeniyê komkujiya 16'ê Adarê ya Helepçe şermezar bikin. (13.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dê çalakiya "Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" û "Ji girtiyên nexweş re azadî" di hefteya 473’an de li Navçeya Konakê ya Îzmirê berdewam bikin. (13.00)    * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo girtiyên nexweş bên berdan dê di hefteya 364'an de li qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bike. (13.30)   * Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD'ê dê lîsteya girtiyên nexweş ya 2019'an  li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi civîna çapemeniyê aşkere bike. (13.30)   * Platforma Piştevaniya Karkerên 3'emîn Balafirgeha Stenbolê, dê beriya danişîna 64 karkerên ku di 20'ê Adarê de bên darizandin li Şaxa Odeya Endezyaren Derdorê civîna çapmeniyê pêk bînin. (13.30)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan dê li navçeya Kaxizman a Qersê bi gel re bê cem hev. (11.00-15.00)   * Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê di hefteya 237'an de dê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide. (14.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê bi tevlêbûna parlamenteran li navçeya Gaziosmanpaşa Buroya Jinan veke. (16.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê li navçeya Gaziosmanpaşa yekem agirê Newrozê geş bikin. (17.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dê li Manisa û Balıkesirê di çarçoveya xebatê hilbijartinê de mîtîngan pêk bîne. (13.00-18.00)