Osman Kavala: Tu tiştê bibe delîla îdîanameyê tune 2019-03-15 16:03:30 STENBOL – Karsaz Osman Kavala, piştî îdianameya Gezî hat amadekirin li girtigehê daxuyanî da. Kavala, anî ziman ku tu delîlên ku saziyên civakî bûyera Gezî belav kiriye bi rêxistin kiriye kûr kiriye tune ye û wiha got: "Tu tiştê bibe delîlê îdîanameyê tune ye."    Karsaz Osman Kavala yên bi îdîaya destê wî di bûyerên Gezî de heye, di 1'ê Mijdara 2017'an de hat girtin û li Girtigeha Sîlivrî girtî tê darizandin. Kavala, pişti îdianame hat amadekirin der barê îdîanameyê de daxuyanî da. Kavala anî ziman ku îdîaname ji rastiyê dûr e û tu delîlên şênber tune ye. Kavala anî ziman ku di îdîanameyê de tê diyar kirin ku Bûyerên Gezî ji aliyê George Soros ve hatine plankirin û wiha got: "Tê îdîakirin ku bi çavkaniyên wî û finanseya min hatiye organizekirin. Ev îhlala hiqûqe ye. Wekî Piştevaniya Taksîmê daxuyanî da di bûyerên Gezî de ne li hundir û ne jî li derve tu kesî organîze nekiriye. Bi fermana tu kesî pêk nehatiye û gel ji xwe ber daketiye kolanan. Heyeta dadgehê roja danişînê dawiya Hezîranê diyar kiriye. Ez ê heta wê çaxê 18 mehan girtî bimînim. Yigît Aksakoglu jî dê 7 mhan girtî bimîne. Wekî baroyên Enqere, Îzmir, Amed, Wan, Rêxistina Efoya navneteweyî, û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye 17 saziyan, diyar kir ku ev rewş ji tedbîre wêdetir hatiye asta cezakirina girtiyan û xwest demek berî demekê bên beraetkirin û berdan."    Kavala, herî dawî anî ziman ku pevajoyên pekanîn û biryardayîna demokratîk, li gorî civakên ne demokratîk dibe ku bêtir zor û zahmettir be. Dibe ku dirêj bajo. Lê di encamê de, dê hejayî ku em tev li vê zor û zahmetiyê bûne be."