Jinên Rojhilat peyam ji Guven re şandin: We vînek nû danî holê 2019-03-15 14:32:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Rojhilat, di nameya bi boneya 8’ê Adarê ji Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 128 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye, şandin de wiha gotin: “Rêya azadiyê, dê faşîzmê têk bibe.” Guven jî, bi nameyek kurt bersiv da jinên Rojhilat û got: “Azadî bê bedêl nabe.”                             Saziyên Jinên Rojhilata Kurdistanê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nameyek ji Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 128 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye nameyek şandibûn. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî, bi nameyekê kurt bersiv da nameya jinên Rojhilat.    Jinên Rojhilat, di nameya şandin de wiha piştgiriya xwe ji bo Guven diyar kirin:     “Di salvegera têkoşîna li dijî koletiya ji bo afirandina jiyaneke azad û serbixwe de silavên germ pêşkêşî hemû berxwedêrên rêya  azadiyê jinê dikin. Em pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Leyla Guven şopdara rastîn û berxwedêra heqîqetê dikin. Piştî hemû planên gemar ku ji bo fetisandina raperîna jinên azadîxwaz li dijî civaka koledar û ne wekhev di rojeke weke îro de serê xwe hilda û bi na gotin bi polîtîkaya dagîrkerî û dijî mirovahiyê îradeyeke nû xiste holê.   Îro piştî derbasbûna demekî dirêj vîna jinên azad ji bo afirandina mirovek azad û civakek wekhev bi pêşengtiya rêheval Leyla Guven tê meşandin. Leyla Guven da zanîn ku mirovahî teslîm nebûye û di rêya serxwebûnê deye. Berxwedana Leyla Guven hêzeke nû daye me. Em silavên xwe pêşkêşî Leyla ya berxwedêr dikin û em jî xwe dixin refa azadîxwazên ku daxwaza wan wekhevî û azadiye. Em jî xwe di refên wan têkoşeran de dibînin ku yada 8’ Adarê bi helandina cesteya xwe zindî dihêlin. Em soza berdewamiya vê dozê dubare dikin û di wê baweriyê de ne ku serkeftin di rêya azadiye bi tenê bi baweriyek wisa bi hêz dê pêk bê û faşîzm jî bi çokdana erdê bin bikeve.”   ‘PÊŞENGÊ VÊ ÇALAKIYÊ EM JIN IN’   Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî di nameya bersiv da de ev peyamên girîng dan:    “Ji Bakurê Kurdistanê, bajarê qedim ji Amedê silavên germ ji were dişinim.       Rêhevalên Heja; peyama we ya ji bo min gelek bi qîmet û granbuha gihişte min û ez bi peyama we gelek kêf xweş bûm. Desthıiatdar her çıqas welate me kiribin çarparçe jî, lê em yek parçene. Ji  bo vê yekê Şêrin Elemhûli, Sakine Cansiz, Arin Mirxan , Viyan Soran cudabûna wan ji hevdu qet nine, lewre wan ji bo azadiya gelê xwe jiyana xwe ji dest dan û ketin nav dilê gelê xwe. Hevalno wek hûn jî dizanin em têkoşina xwe li dijî zilmkaran didin meşandin û ji bo vê jî, îro Zeynep Celalyan, Sabahat Tuncel, Selma Irmak û bi hezaran jinên Kurd ji aliyê pêrgalên qirej ve hatine dilgirtin û di zindanan dene. Em tu carî ji bir nekin ku azadî bê bedêl nabe.                                   Tê zanin ku zilma desthilatdaran çiqas zêde dibe, têkoşîna gelê mazlum jî li dijî wan bilind dibe. Ev çalakiya ku em niha didominin li dijî faşîzma zılmkar parçekirina bedengiye ye. Birez Ocalan bi felsefeya xwe ya demokratîk hem ji bo azadiya jinan, hem ji bo li ser Rojhilata  Navîn weke ROJÊ ronahî da. Ji ber vê yekê ez dibejim tecrîda li dijî Birêz Ocalan tecrîda li dijî me hemû gelên Rojhilata Navîne. Ji bo rakirina tecrîtê pêşengê vê çalakiyê em jin dikin û ev ji bo me kêfxweşiye.                        Belê Jinên Heja u Xweşewist! Ev rastiyeke ku şerê qirej ku li cîhane  qewimiye ji aliyê zilaman ve hatiye destpêkirin, lê îdîa û daxwaza me ewe ku pêşengiya aşîtiya cîhanê em jin dê bikin. Hûn weke jinên Rojhilatê Kurdistanê têkoşînek pir biqimet didin.  Ez di têkoşina we de serkeftin dixwazim û di kesayeta we de hemû jinên Rojhilat û gelê Rojhilat silav dikim.  Bi baweriya teqez serkeftinê ez we bi rêzdari silav dikim.”