Berdevkê HDP'ê: Kanalên TV ji bo reklamên me qedexe bikin hincet nîşan nedan 2019-03-15 14:10:29   ENQERE - Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, diyar kir ku kanalên televizyonan di 9-10'ê Adarê de ji wan re gotiye dê fîlmên reklemana biweşînin, lê bêyî hincet nîşan bidin fîlmên rekleman ne weşandine.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê hilbijartina rêveberiya herêmî de vîdoyên hilbijartinê dan kanalên televîzyonan. tê tu qanalên televîzyonan ên taybet û dewletê reklam newaşndin. Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê bi etîketa #EldenElePaylaşalım #EmJiDestBidinDestBelavbikin vîdeo li ser medya civakî belav kir. Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, têkildarî mijarê daxuyanî da. Oluç, anî ziman ku HDP'ê wekî her hilbijartinê niha jî vîdeoyên hilbijartinê amade kirin û dan kanalên televîzyonan. Oluç, anî ziman ku wekî her carê bi kanalên televîzyonan re axivîn û got 'Em dê vîdeoyên reklaman ji were bişînin' û wihagot: "Dema fîlmên reklaman amade dibe jî em ji televîzyonan re dişînin. Ew jî di pêvajoya hiqûqî re derbas dikin. Ger ku îtîrazek wan hebe ji mere dibêjin û em rasd dikin. Lê vê carê qanalên televîzyonan bêyî hincet nîşan bidin fîlmên video yên reklaman newaşandin.  Ji mere gotin dê di 9-10'ê Adarê de vîdeo têkevin weşanê. Piştî dîroka ku wan digot fîlmên me nehatin weşandin, Duşemê ji bo em sedema wê fêr bibin, em li kanalên TV geriyan. Lê bêyî hincetê nîşan bidin newaşandin. Hinekan bersîv jî nedan telefonên me. Ev nîşan dide ku zexta îktîdarê li ser wan heye.    Em pir zelal dibînin ku zexta îktîdarê pir zêde li ser kanalên tv heye. Ev ne hiqûqî ye. Ew di xizmeta îktîdarê de ne û di xizmeta îktîdarê de weşanê dikin. Ev li dijî etîka medya gerdûnî ye."