Polîsê ku xwendekar lisê kuşt 5 sal û 7 meh ceza lê birîn û berdan 2019-03-15 13:44:28   DÎLOK – 5'emîn Danişîna doza polîsê ku xwendekarê lîsê Ekrem Gorkem Karakan kuşt hat dîtin. Dadgehê li polîs Hasan Bilkî ji sucdariya "Bi zanebûn kuştiye" 5 sal û 7 meh û 15 roj ceza birî û daxwaza girtina polîs jî red kir.    Li Dîlokê di 31'ê Kanûna 2017'an de polîs Hasan Bîlkî, bi îdîya li hişyariya "Raweste" guhdar nekir gule berda xwendekarê lîseyê Ekrem Gorkem Karakan ê 16 salî û ew bi giranî birîndar kiribû. Gorkem piştî 14 rojan li nexweşxaneyê derman bû, jiyana xwe ji dest dabû. 5'emîn danişîna dozê 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê hat dîtin. Di danişinê de polîsê kujer Hasan Bilkî ku serbest dihat darizandin beşdarî danişînê nebû. Malbata Karakan û parêzerê malbatê Bulent Duran li salonê amade bûn. Di danişînê de dozger xwest bi sucdariya "Bi zanebûn kuştiye" ceza bê birîn.    ‘DOSYA NEHATIYE ASTA BIRYARÊ'    Parezerê malbatê  Bulent Duran, jî parastin kir û wiha got: "Canê kesê hatiye kuştin careke din paşve naye. "Divê li gori heqîqetê biryar bê dayîn û birîna dilê malbatê rehet bibe. Lîsteya polîsên ku zarokan dikujin her diçe zêde dibe. Polîs vegeriya ye mekanîzmaya cînayetan. Tenê fikara me ewe ku darizandinek adîl pêk neyê. Polisan delîl reş kirin. Polîs bi zanebûn cinayet kiriye. Bi zanebûn kiriye. Em hemû dizanin ku polîs di reşkirina delîlan de tev bûne pispor. Ev dosya hêj nehatiye asta biryarê. Li gelek nokteyan kêmasî heye. Divê heyet ji o ronîkirina delîlan têkeve nava hewldanan. Em dixwazin Bilkî girtî bê darizandin. "   Parêzerê Polîsê bersûc jî xwest polîs beraet bibe.    Piştî navberê heyetê der bare polîsê kujer Hasan Bilkî de biryar da û bi sucdariya "Bi zanebun û taksîr kuştiye" 5 sal û 7 meh û 15 roj ceza birîn û daxwaza girtina polîs red kir. Polîsê ku ceza xwar serbest e.    Prz. Duran, anî ziman ku ew dê biryarê red bikin û dosyayê bibin Dadgeha Îstinafê.