Polîsan bi ser mala namzetê hevşaredariya HDP’ê de girt 2019-03-15 12:09:01   RIHA – Polîsan bi ser mala Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Serêkaniyê Mehmet Alî Kahraman de girtin û kurê wî Hamdin Kahraman binçav kirin.    Vê sibehê polîsan bi ser mala Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê Mehmet Alî Kahraman de girtin. Polîsan di serdegirtinê de kurê Kahraman, Hamdîn Kahraman binçav kirin.    Polîsan kelûpelên malê serûbin kirin. Hat zanîn ku Hamdîn Kahraman jî bi hêceta parvekirinên medya civakî binçav kirine û birin Miduriyeta Polîsan Navçeyê.