Li Hênê malbat pevçûn: 3 mirî, 4 birîndar 2019-03-15 11:36:30   AMED – Li Navçeya Hênê ya Amedê di navbera du malbatan de pevçûn derket. Li gorî zanyariyên ewil 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.    Li Navçeya Hênê ya Amedê serê sibê di navbera malbatên Demîr û Uçdag ên berê xisûmet di navbera wan de hebû li nêzî Parka 15 Temmuzê pevçûn. Di pevçûnê de kêr û çek hatin bikaranîn. Li gorî zanyariyên ewil 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.    Polîsên çûn cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê girtin. 4 kesên birîndar bûn bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li Hênê û Amedê.    Cenazeyê 3 kesên jiyana xwe ji dest dan jî ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Hênê.