Girtiyên di greva birçîbûnê dene peyam şandin: Teqez emê qezenc bikin 2019-03-15 11:06:57   MERDÎN - Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di grev birçîbûnê dene, peyam şandin û gotin: “Ev berxwedan, bi navê Kemalan, Mazlûman û Egîdan îro di me de şênber bûye.”    Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, Resûl Ergun ê ji Doza Nisêbînê girtiye û ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, derbarê greva xwe ya birçîbûnê de peyam şend. Ergun, di peyama şand de wiha got: “Li Mêrdînê 142 girtî di greva birçîbûnê dene û ez li ser navê wan vê peyamê dişînim. Em Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 128 rojin û hemû girtiyên di greva birçîbûnê dene silav dikin.”    'TEQEZ EMÊ QEZENC BIKIN'   Ergun, diyar kir ku heta faşîzma AKP-MHP’ê têk biçe, ewê çalakiya xwe berdewam bikin û ev peyam dan: “Heta ku tecrîda dij mirovahî ya li dijî Rêbertiya me bi dawî bibe emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di heman demê de em Cejna Newrozê ya 21’ê Adarê li hemû gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pîroz dikin. Ev berxwedan, bi navê Kemalan, Mazlûman û Egîdan îro di me de şênber bûye. Em ji gelê xwe dixwazin ku xwedî li berxwedanê derbikevin. Teqez emê qezenc bikin.”