Berxwedana Leyla Guven di roja 128'emîn de ye 2019-03-15 09:48:47 AMED - Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 128'emîn de ye. Çalakiya  girtiyên di greva birçîbûnê de jî di roja 90'î de didome. Çalakiya Nasir Yagiz di roja 115'emîn de û ya 14 çalakgerên Strasbourgê jî di 89'emîn de berdewam dike.  Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 128'emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 115 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 89 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 90 roj in didome. Di 1'ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 15'emîn de berdewam dike.    Di 3'ê Adarê de jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 8'ê Adarê de parlamenterê HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn. 4 çalakger hatin girtin û 3 çalakger jî duh hatin binçavkirin. Çalakgerên girtî û di binçavan de jî çalakiya xwe berdewam dikin.    SEDAT AKIN Û GURBET EKÎREN LI MALÊ ÇALAKIYA XWE BERDEWAM DIKIN   Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 68'emîn de berdewam dike.  Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15'e Çile de dest bi grevê kir û di 8'e Adarê de hat berdan di roja 60'emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.