‘Roj bi roj faşîzm e, lê wê bê hilweşandin’ 2019-03-15 09:32:37   AMED – Salîh Tekîn ê li Amedê dest bi greva birçîbûnê kir û hat girtin got: “Tirkiye roj bi roj ber bi faşîzmê ve diçe. Min ji bo rêyên siyasî vebibin dest bi greva birçîbûnê kir.” Sevîcan Yaşar jî ku hat girtin got: “Wê ev bêdengê xera bibe.”  Endamên HDP’ê Sevîcan Yaşar, Îsmet Yildiz, Salîh Tekin û Bîlal Ozgezer ku li avahiya HDP’a Amedê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Cara duyemîn hatin binçavkirin û bi îdaya “Endamên rêxistinê” hatin girtin.    Endamên HDP’ê Salîh Cansever, Abdulxalik Kurt û Yusuf Ateş jî hatibûn berdan. Duh serê sibê polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girt û ew binçav kirin.   Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer beriya bên binçavkirin ji ajansa me Mezopotamyayê re axivîbûn.    TEKÎN: ROJ BI ROJ FAŞÎZM    Salîh Tekîn ê hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê bal kişand ser pêvajoya piştî hevdîtina di navbara Ocalan û dewletê de hat bidawîkirin û got: “Li Tirkiyeyê faşîzmek bêaman heye. Parlamento hatiye bê manekirin. Rêyên siyasî hatine girtin. Hevdîtina li gel Birêz Ocalan qedandin û Mutabakata Dolmabahçeyê tune hesibandin. Teqînên li Amed, Pirsûs û Enqereyê pêk hatin û bi sedema gellek mirov jiyana xwe ji dest bidin. Pêkanîna darbeyê jî bi ser van de pêk hat. Dema em li van mijaran hemû dinêrin, em dibînin ku Tirkiye roj bi roj ber bi faşîzmê ve diçe.”    ‘JI BO KANALÊN SIYASÎ VEBIBIN’   Tekîn destnîşan kir ku çalakiya Leyla Guven da destpêkirin û her ku diçe berbelav dibe ji bo çareseriya krîza aborî ya welat e û got: “Daxwaza me heman daxwaz e. Tê gotin dewlet bi hiqûq û yasayan tê birêvebirin. Hemin ku wisa lê çima pêkanînên faşîst li ser Birêz Ocalan pêk tê. Ji bo  tecrîd rabe, rêya kanalên siyasî vebibe min dest bi greva birçîbûnê kir.”    YAŞAR: WÊ EV BÊDENGÎ XERA BIBE    Sevîcan Yaşar jî ya ku şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û ji 3’ê Adarê ve di greva birçîbûn3e de wiha axivî: “Daxwaza rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan daxwazek mirovî û demorkatîk e. Daxwaza rakirina tecrîdê daxwaza gelên Tirkiyeye yê. Heke ev daxwaz pêk were dê li welat aştî pêk were. Her kesê dibêje ez aştiyê dixwazim divê tiştekî bike. Me jî bi vê daxwazê got em hene. Wê ev bêdengî xera bibe. Çareseriyên herî mezin ji aloziyên mezin derdikeve. Wê çalakiya me dewam bike.”    ‘JI BO DAWÎ LI KRÎZÊN TIRKIYEYÊ WERE’    Bîlal Ozgezer ê şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê jî da zanîn ku di bingeha qewimandinên krîzên li Tirkiyeyê de tecrîdkirina Ocalan heye û got: “Ji bo krîzên diqewimin bi dawî bibe min dest bi greva birçîbûnê kir. Divê hişmendiya azadiyê zêdet bibe. Divê em bikin malê civakê. Têkoşîn didome. Em berpirsyariya xwe tînin cih. Di vê pêvajoyê de me xwest em berpirsyariya xwe bînin cih. Di vê pêvajoyê çi bikeve ser milê kî divê pêk bîne.”    MA / Ozgur Paksoy