Gera HDP'ê îro li Bedlîs û navçeyên wê dewam kir 2017-11-08 17:04:58 BEDLÎS – Bi tevlêbûna wekîlên HDP'ê, rêveberên navçe û bajaran li navçeyeyên Tetwan û Norşînê û li navenda Bedlîsê serlêdanên esnafan pêk hatin. Serlêdanên esnafan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajaran dewam dikin. Heyeta duh li Mûş û navçeyên wê çû serdana esnafan, îro li navenda Bedlîs û navçeyên Tetwan û Norşînê ziyaret pêk hatin. Heyeta ku berdevkê partiyê Ayhan Bîlgen, wekîlên HDP'ê Ahmet Yildirim, Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş, Hişyar Ozsoy, Celadet Gaydali û Dîlek Ocalan têde cih girtin, çûn serdana esnafan.   Heyetê di saetên serê sibehê de çû navçeya Norşînê û dest bi serdanan kir. Heyeta bi gelê navçeyê ve hatin gel hev, bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Heyeta HDP'ê li qehwexaneyeke navendê bi gel nîqaş kir, wekîlê HDP'ê Ahmet Yildirim ev tişt got: "Kesên di vî 2 salî de li ser gel ew qas polîtîkayên qirêj dimeşînin, xwînê dirijînin û polîtîkaya tundiyê dimeşînin, dê teqes rojekî biçin û dê ev rojên tarî bi dawî bibin."   JI WELATIYAN ELEQE   Yildirim ji ber eleqeya welatiyan jî spasiyên xwe kirin. Piştre heyet derbasî navenda Bedlîsê bûn û çûn serdana esnafan. Esnafên bajêr li vir jî eleqeyeke mezin nîşanî heyetê da, li wir derbasî Tetwanê bûn. Li navenda Tetwanê jî ziyaretên esnafan pêk hatin, hem bi esnaf û hem jî bi welatiyan re nîqaş hatin kirin.