Akin ku 68 roj in di greva birçîbûnê de ye: Em ji bo serketinê ketin vê rêyê 2019-03-15 09:26:53 ÊLIH - Sedat Akin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Erzinganêli dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de bû, piştî hat berdan niha çalakiya xwe li malê didomîne.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 128'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan didome. Yek ji van girtiyan jî Sedat Akin bû ku di 7'ê Çileyê de li Girtîgeha Tîpa E a Erzinganê di greva birçîbûnê de bû. Lê belê Akin di 19'ê Sibatê de hat berdan û niha çalakiya xwe li malê didmîne.    Akinê ku 68 roj in di greva birçîbûnê de ye, her diçe rewşa tenduristiya wî giran dibe. Niha dilxelandin, sergêjî lê peyda bûye û ber çavên wî tarî dibe. Akin, diyar kir ku daxwaza wî ne daxwazeke şexsî ye û got: "Ji bo azadiya vî gelî min mirin jî aniye ber çavên xwe. Fikra min neguheriye. Berevajî vê her diçe biryara min xurtir dibe. di warê tenduristiyê de tiştek bibe, qethiyen tedawiyê naxwazim. Heta daxwaza me neyê qebûlkirin bi tu awayî mudaxileyeke tibbî qebûl nakim."    'HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE'    Akin, diyar kir ku wî bi telefonê bi Nasir Yagiz û Leyla Guven re xeber daye û got: "Em dibihîsin; her diçe çalakî zêdetir dibin. Teqez, heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me û têkoşîna me dewam bike."    ‘JI BO ROJÊN RONAHÎ...'    Akin, destnîşan kir ku tenê ne Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, tevahiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin û got: "Ji bo rojên tarî ronî bibin em têdikoşin. Her roj mirov tên girtin. Sedema vê jî ew e ku ji xurtbûyîn û mezinbûna vê têkoşînê ditirsin. Divê ev biryardariya me dewam bike."    Akin, diyar kir ku hêviya wan ji gel heye û got: "Niha li zindanan bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Em ê rojên tarî ronî bikin. Wexta em qadên Newrozê tije bikin, wê peyam jî bigihê cihê xwe. Hestiyarî heye. Lê belê hîn jî têr nake. Em li bendê ne ku dengê girseyan hîn bilindtir bibe. Her ku têkoşîn bilind bibe, serketin jî ew qasî nêzîk dibe."    'JI BO SERKETINÊ EM KETIN SER VÊ RÊYÊ'    Akin, bal kişand ser girtinan jî û destnîşan kir ku ew ji girtinê natirsin, çimkî ew ji bo serketinê ketine ser vê rêyê.    Her wiha Akin ji bo çalakgeran strana "Mervano" got.    MA / Metin Yoksu