Qenalîzasyona Girtîgeha Rihayê bi ser gundan de diherike 2019-03-15 09:26:13 RIHA - Ava qenalîzasyonê ya Girtîgeha Tîpa T a Rihayê bêyî bê parzinandin, bi ser gundan de diherike. Ji ber vê enfeksiyon li zarokên taxê peyda bû û her wiha nêzî 400 dar hişk bûn û zêdetirî 100 heywan jî mirin.  Ava qenalîzasyonê ya Girtîgeha Tîpa T a Rihayê bêyî bê parzinandin, bi ser gundê Kirbaşi û mezrikên wê Ûlaç û Yagginê yên navçeya Cirnê Reş ve diherike. Şêniyên gundan diyar kir ku ji ber ava qenalîzasyonê zarokên wan nexweş ketine, gelek darên wan hişk bûne û gelek heywanên wan jî telef bûne. Welatiyan diyar kir ku 3 sal in ji bo vê meseleyê ew serlêdanê pêk tînin lê belê tu tişt neguheriye.    DAR HIŞK BÛN    Ji gundiyan Mehmet Avci, diyar kir ku ji wan re hatiye gotin ava ji girtîgehê diherike ne ava vexwarinê ye lê belê dikarên ji bo tiştên din bi kar bînin û got: "Di 3 salan de 20 darên min ên fisteqan ên 5 salî, 30 darên min ên behîvan û darên min ên gûzan hişk bûn. Me digot qey av pêşî li girtîgehê tê parzinandin û paşê tê berdan. Paşê em hîn bûn ji sê paran parek tê parzinandin û du parên din jî qirêjî ye û ber bi gund ve tê berdan. Me serî li gelek cihan da, lê her kes sûx dixe stuyê saziyeke din. Em dixwazin rojek berî rojekê ev mesele bê çareserkirin û tevahiya avê bê parzinandin."    ZAROK NEXWEŞ KETIN    Abdullah Polat jî diyar kir ku ji ber vê avê zêdetirî 100 heywanên wî mirine. Her wiha Polat, anî ziman ku zarokên wan jî nexweş ketine û got: "Bi salan e kes li halê me napirse. Niha em bi rêya we dengê xwe radigihînin. Ev av zirarê dide heywan û daran. Me tespît kir ku tev li ava vexwarinê jî dibe. zarokên min nexweş ketin. Min ew birin nexweşxaneyê. Bijîşk got enfeksiyon girtiye. Heywanên me ji ber vê avê mirin. Her wiha ji bêhna wê mirov nikare îdare bike."    Nûrûllah Aba jî diyar kir ku wan gelek daxwazname ji Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê, Midûriyeta Karên Avê ya Dewletê û Midûriyeta Girtîgehê re nivîsandine, lê belê deng ji wan dernektiye. Her wiha Aba, bilêv kir ku wan giliyê Wezareta Dadê kiriye û wê danişîna wan a ewil di 20'ê Adarê de pêk bê.