'Ji bo azadiyê divê tecrîd bi dawî bibe' 2019-03-15 09:19:21 ÎZMÎR - Hamîde Yuksel ku 21 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got: "Ji bo azadiyê divê ev tecrîd bi dawî bibe."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 128'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan didome. Yek ji van girtiyan jî Hamîde Yuksel e ku li Girtîgeha Tîpa T a Oltû ya Erziromê 21 roj in di greva birçîbûnê de ye. Yuksel bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û peyamek ji raya giştî re şand.    'JI BO AZADIYÊ DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'    Yuksel got: "Ji bo azadiyê divê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Em jî bi vê bîrbiriyê û baweriyê çalakiya xwe didomînin. Zext û zorî çi dibin bila bibin, em ê dev jê bernedin. Tecrîd derî hiqûqê ye. LOma divê her kes dengê xwe li dengê me zêde bike. Heta bersiva neyê dayîn wê çalakiya me dewam bike."    Dayik Leyla Yuksel jî diyar kir ku ji ber greva birçîbûnê 3 meh cezayê hevdîtinê li keça wê hatiye birîn. Yuksel, bilêv kir ku keça wê tenê bi telefonê dikare bi wan re hevdîtinê çêbike. Dayik Yuksel anî ziman ku ev bêwijdanî ye û got: "Em ê dev ji zarokên xwe bernedin. Têkoşîna me dewam dike. Her wiha keça min xwest parêzerek bê girtîgehê."    Dayik Yuksel, diyar kir ku pirsgirêka tansiyonê ya keça wê heye û got: "Em naxwazin ne tiştek bê serê wê û ne jî hevalên wê. Hêvîdar im têkoşîna wan encam bigire. Daxwaza wan daxwaza me ye. Çi dibe bila bibe divê dev ji têkoşîna xwe bernedin û em tim li cem wan in."