Şahidên Komkujiya Beyazitê: Bi komkujiyan provaya darbeyê kirin 2019-03-15 09:18:08 STENBOL - Di ser Komkujiya Beyazitê re 41 sal derbas bûn. Şahidan diyar kir ku ev komkujî provaya darbeya 1980'yî bû û gotin: "Îro çawa dibêjin 'meseleya bekayê', wê demê jî digotin 'wê Rûsya Tirkiyeyê dagir bike' û ji ber vê digotin 'meseleya me meseleya bekayê ye.' Ger ew komkujî bihatana ronîkirin wê ev qas komkujî pêk nehatana."  Li Tirkiyeyê di destpêka 1978'an de, hikûmeta koalîsyonê ku ji Partiya Edaletê (AP), Partiya Selameta Millî (MSP) û MHP'ê pêk dihat, di bin re piştgirî didan hêzên kontrgerîlla û nîjadperest û ev hêz jî berê xwe didan xwendekarên zanîngehê ên çepgir. Di 16'ê Adara 1978'an de wexta xwendekarên Zanîngeha Stenbolê xwestin ji Deriyê Suleymaniye yê zanîngehê derkevin, polîsan berê wan da deriyê li hêla Qada Beyazitê. Wexta xwendekar hatin ber deriyê Fakulteya Dermanan, bi dirûşmeya "Wê Qada Beyazitê bibe goristana komunîstan" re rû bi rû man û hatin gulebarankirin. Di êrîşê de 7 xwendekar jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 50 xwendekar jî birîndar bûn.    Piştî komkujiyê doz hat vekirin. Her çend der barê bûyerê de gelek delîl hebûn jî, Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Stenbolê di 20'ê Cotmeha 2008'an de der barê dozê de biryara demboriyî da. Dadgeha Bilind jî di Adara 2010'an de biryara navbirî pesend kir.    Ji şahidên bûyerê Alî Haciîbrahîmoglû û Kamîl Tekîn Surek, diyar kirin ku bi vê komkujiyê re hat xwestin ku civakê ji bo darbeyê amade bikin.    Haciîbrahîmoglû, anî ziman ku di 16'ê Adarê de wexta ew bi awayeke giştî ji dibistanê derdiketin, polîs heta Deriyê Suleymaniyeyê li gel wan bûne û got: "Lê belê wexta me xwest em ji derî derkevin berê me dan Qada Beyazitê. Saet li dor yek û nîvê li ber Fakulteya Dermanan bombe avêtin ser me. Piştî bombe hat avêtin, vê carê em gulebaran kirin. Di gulebaranê de 7 hevalên me jiyana xwe ji dest dan û gelek jê jî birîndar bûn. Roja êrîş çêbû, bi şev me avêt ser Fakulteya Hiqûqê."    ‘BI KOMKUJIYÊ ZEMÎNA DARBEYÊ AMADE KIRIN'    Haciîbrahîmoglû, bilêv kir ku armanca Komkujiya Beyazitê ew bû ku zemîna darbeya 1980 bê amadekirin û got: "Armanca sereke ew bû ku darbeyê li ber çavê civakê wekî tiştekî rewa bê nîşandan. Loma dewlet û sermayedaran ev komkujî pêk anî."    Kamîl Tekîn Surek jî, anî ziman hûrguliyên komkujiyê di dema darizandinê de derketine holê û got: "Bi mînîbuseke polîsan tên cihê bûyerê. Ajovanê mînîbusê jî polîsê bi navê Mustafa Dogan bû. Piştî bûyerê çû derveyî welat. Paşê hat hînbûn ku li Almanyayê ye, lê belê nehat girtin. Di mînîbusê de du sê kesên din jî hebûn. Zuşkuf Îsotê MHP'î ku bombe avêt jî di mînîbusê de bû. Bersûc, di dema bûyerê de reviyan. Wê çaxê polîs dixazin bidin dû wan lê belê amîrê bi navê Reşat Altay nahêle."    ‘BI KOMKUJIYAN PROVAYA DARBEYÊ DIKIRIN'    Surek, destnîşan kir ku ev tişt hemû nîşan didin ku komkujî bi awayeke organîzekirî hatiye amadekirin û hatiye xwestin di ser kontrgerîllayan de şoreşger û demokratan çavtirsandî bikin. Surek got: "Her wiha armanceke din a komkujiyê jî provaya darbeya 12'ê Îlonê bû. Îro çawa dibêjin 'meseleya bekayê', wê demê jî digotin 'wê Rûsya Tirkiyeyê dagir bike' û ji ber vê digotin 'meseleya me meseleya bekayê ye.' Ger ew komkujî bihatana ronîkirin wê ev qas komkujî pêk nehatana."   Surek, anî ziman ku ji bo doz nekeve ber dembiryê tev geriyane û got: "Eger ev bûyer bihatana ronîkirin, di serî de ne Hrant Dînk û bi giştî jî ne komkujiyên din pêk nedihatin. Loma em dixwazin ev bûyer bê ronîkirin."    MA / Naci Kaya