Namzetên HDP'ê yên Çelê: Wê gel xwedî li vîna xwe derkeve 2019-03-15 09:14:56 COLEMÊRG - Li herêmê herî zêde hilbijêrên ji polîs û leşkeran pêk tên li Çelê ne. Namzetên HDP'ê yên Çelê Hîvîdar Ertûnç û Ebûbekîr Kanar, destnîşan kirin ku çi dibe bila bibe wê gelê Çelê xwedî li vîna xwe derkeve.  Li herêmê herî zêde hilbijêrên ji polîs û leşkeran pêk tên li Çelêya Colemêrgê ne. Li navçeyê di sê salên dawî de bi sedan qaleqol û qereqol hatin çêkirin. Hema bêje navçe veguheriye binkeyeke leşkerî. Lê belê namzetên HDP'ê yên Çelê destnîşan kirin ku çi dibe bila bibe wê gelê Çelê xwedî li vîna xwe derkeve.    Namzet Hîvîdar Ertûnç, destnîşan kirin ku eger ew bên hilbijartin ew ê ji bo mafên jinan tev bigerin û got: "Xayeya me ya herî mezin ew e ku em bi vîna jinê polîtîkayên qeyûm tarûmar bikin. Em ê tevî gelê xwe tev bigerin. Em ê cihêkariyê nexin nava tu kesî û em ê li hêza xwe hêzê zêde bikin. Em ê feraseta xizmetê esas bigirin. Em ê ji bo gelê xwe, ciwan û jinan derfetên kar peyda bikin û wan ji çewisandinên pergalê xelas bikin."    PROJEYÊN JI BO JIN Û CIWANAN    Ertûnç, destnîşan kir ku ji bo wan malên hêwirandinê yên jinan û navendên rehabîlîtasyonê pir girîng in û got: "Wê li navendên ciwanan pirtûkxane bên çêkirin, wê çalakiyên muzîk û şanoyê bên lidarxistin. Her wiha pêdiviya navçeyê bi malên şînê û eywanên dawetan heye. Ji bo parastina hawirdorê em ê hin bernameyan li dar bixin."    RESTOREKIRINA AVAHIYÊN DÎROKÎ   Namzet Ebûbekîr Kanar jî, destnîşan kir ku wê gel di vê hilbijartinê de jî xwedî li vîna xwe derkeve û got: "Wê di 31'ê Adarê de dawiya qeyûman bê. Em ê barîkatan rakin û şaredariyê ji bo gel vekin. Piştî hilbijartinê em û hevalên xwe em ê rûnên û ji bo pêşeroja Çelê nîqaşan bikin. Em ê li gor pêdiviyên navçeyê tev bigerin. Wê di feraseta me ya şaredariyê de jin û ciwan li pêş bin."    Kanar got: "Ji bo aboriya gel, em ê li navçeyê çandiniya organîk teşwîq bikin. Em ê projeyên avdaniya erdan pêş ve bibin. Ji bo zarokan em ê parkan û ji bo gelê xwe jî qadên mesîreyê çêbikin. Em ê tesîsa dawerivandina avê çêbikin. Her wiha em ê li navçeyê avahiyên dîrokî restore bikin û berpêşî turîzmê bikin. Em ê ji bo ciwanên xwe derfetên kar peyda bikin."