Hejmara kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin derket 21 kesan 2017-11-08 16:37:06 ÎZMÎR - Li Îzmîrê di saetên sibehê de serdagirtina malan pêk hatibû, di operasyonê de hejmara kesên hatin binçavkirin derket 21 kesan. Li Îzmîrê di saetên serê sibehê de serdagirtina malan pêk hat û gelek kes hatibûn binçavkirin, hat diyarkirin hejmara kesên hatine binçavkirin derketiye 21 kesan. Welatiyên sedema binçavkirina wan nehat zanîn, birin Miduryeta Polîsan a Îzmîrê.   21 kesên hatine binçavkirin navê hin ji wan wiha ne: Osman Koç Yîgît, Alî Tekîn, Nuhat Dogan, Şefîk Esen, Ozgur Sunuk, Ekrem Koyuncu, Îbrahîm Aslan, Şiyar Hasan, Murat Yildiz, Atîla Ertaş, Mehmet Şirîn Aydin, Abdulmenak Ozcan, Ferhat Şeren, Demhat Mustafa, Yusuf Altun Kiliç, Murat Bîngol, Hevîn Yilmaz, Ayten Ayata, Necdat Tuşar, Lokman Dalgiç, Ferdî Aslan.