Gelê Cihanbeylî bi coşek mezin Temelî peşwazî kirin 2019-03-14 15:57:21   KONYA - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Cihanbeylî ya Konya bi gel re hat cem hev. Gelê Cihanbeylî di ketina navçeyê de bi coşek mezin heyeta Temellî pêşwazî kir. Temelli, biryara Parlamentoya Ewropa (PE) rexne kir û anî ziman ku bi salan e balê dikişînin ser vê mijarê, lê her tim vajî li Tirkiye nerîn.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli, di çarçoveya xebatên hilbijartina 31'ê Adarê de navçeya Cihanbeylî ya Konya ziyaret kir. Karwana Temellî, li duriyana Yeniceoba ji aliyê sedan maşîne ve hat pêşwazîkirin. Temellî bi coş û eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin û bi def û zurneyan derbasî navçeyê bû. Gelê navçeyê jî derketin kolan û kuçeyan û karwan slav kir. Girse bi nîşaneyên serketinê herikîn ber buroya hilblijartinê û Heyeta HDP'ê pêşwazî kir. Jin, ciwan, zarok û mezin bi hezaran kes hatin buroya hilbijartinê û tev li pêşwazîkirinê bûn. Ewil namzetên HDP'ê yên Cihanbeylî Mehmet Yalçin û Serap Kaya gel silav kir û diyar kirin ku dê zelalî û demokrasiyê bînin vê navçeyê. Temellî, li vir hitabî hezaran kesan kir û diyar kir ku dê bersîvê bidin hişmendiya serdest û wiha got: "Em li Cihanbeylî Kurd û Tirk bi hevre dijîn. Kes nikare me ji hev cuda bike."    Temellî, bal kişand ser tecrîdê û wiha berdewam kir: "Birêz Leyla  Guven li dijî tecrîda li Îmraliyê 127 rojin di grevê de ye. Bi sedan girti li gel Leyla Guven, Nasir Yagiz, Strasbourgê di grevê de ne û rewşa wan krîtik e. Hiqûq 3u edaletê dixwazin. Dixwazin her kes li dijî bê hiqûqiyê li ber xwe bidin. Bang li me dikin û dibêijn wekî Leyla Guven, Nasır Yagiz li ber xwe bidin. îro li Amed'ê 3 hevalên me hatin binçavkirin. Wezareta Dadê bi israr li dijî daxwazên girtiyan ker kor û lal e. Hûn bi ker û koriyê armanc dikin ku tecrîdê belav bikin."    DEMA MIJAR BÛ CIZÎR HEBÛNA XWE JI BÎR KIR   Temellî, destnîşan kir ku li Tirkiye pirsgirêka bekayê tune û bekaya betaliyê heye. Temellî, da zanîn ku xizanî li her dere belav bûye û pirsgirêka Tirkiye ya sereke xizanî û betalî ye. Temelli, bak şinad ser biryara Parlamentoya Ewropa (PE) ya der barê muzakereya endamtiya navbera Tirkye û Yekitiya Ewropa (YE) û wiha got: “Biryara PE'ê şermazar dikin. Em jî we şermezar dikin. Ji ber ku we welat aniye vî halî. Rapora Parlamentoya Ewropa duh hat qebûlkirin. Me heta niha gelek caran bal kişand ser vê rewşê. Lê PE'ê şaş şaş li me nerî. Du gotinên me ji ewropa re hene. Me çend çaran hişyar kirin. Lê ji bo penaberan ketin milê hev û li ser penaberan bazar kirin.  We çavê xwe li heq û huqûqê girt û nedît. DMME tenê ji bo xwe bû dadgeh. Dema mijar bû Cizîr xwe ji bîr kir.    Temellî, anî ziman ku HDP ne tenê ji bo Tirkiye, ji bo Rojihilata Navîn pêşeroj e. Temellî, bal kişand ser krîza aborî û wiha got: "Krîza aborî heri zêde bandorê li ser karker, çotkar û rençberan dike. Sewalkarî û çandinî xelas kirin.    Temellî, piştî axaftinê derbasî buroya hilbijartinê ya HDP'ê bû. Temellî, piştî li vir jî rastî eleqeyek mezin a gel hat, ji Cihanbeylî derbasî cihekî din bû.