Namzetên HDP'ê di qezenckirina şaredariyan de bi israrin 2019-03-14 15:32:07   AGIRÎ/WAN - Namzetên HDP’ê li Agiriyê esnaf ziyaret kirin û li navçeya Westan a Wanê jî bi endamên meclîsê û xebatkarên şaredariyê re civiyan.    Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Hevşaredarên Agirî Yelîz Karaaslan û Abdurrahman Dogan, esnafên Cadeya Cumhuriyetê ziyaret kirin. Namzetên HDP’ê yên Westan Melek Arapoglu û Veysî Şeker jî, bi endamên meclîsê û xebatkarên şaredariyê re li hev civiyan.   AGIRÎ   Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Hevşaredarên Agirî Yelîz Karaaslan û Abdurrahman Dogan, esnafên Cadeya Cumhuriyetê ziyaret kirin. Serdan bi lêxistina  dahûl û zirnê pêk hat. Parlamenterê Agirî Abdullah Koç û Dîlan Dîrayet Taşdemîr beşdarî ziyaretê bûn. Namzetê Hevşaredrên Agirî Abdurrahman Dogar, li ser Cadeya Tahîr Elçî daxuyaniyek kurt da û wiha got: “Ji bo azadî, wekhev û edaletê divê hemû kes xwedî HDP’ê derkevin. Roj roja wêrekiyê ye. Vîna vî gelî xesp kirin û dest danîn ser vîna gel. Di 31’ê Adarê de, emê li vê qadê guvenda herî mezin bigerînin.”   WESTAN   Namzetên HDP’ê yên Westan Melek Arapoglu û Veysî Şeker jî, bi endamên meclîsê û xebatkarên şaredariyê re li hev civiyan. Namzetên bi xebatkerên şaredariyê re li hev civiyan, pirsgirêk û daxwazên personelan guhdar kirin.    'DIVÊ ÊDÎ WESTAN BÊ HILPEKÎN’   Namzetan dûre Serokatiya Daîreya Daristan û Çêkirina Rê û Serokatiya Daîreya Agirkuj ên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin ên Wanê ziyaret kirin.  Namzetê Hevşaredarê navçeyê Veysî Şeker li her du daîreyan axivî û wiha got: “Divê êdî Westan bê hilpekîn û ji nû ve şîn bibe. Ji bo vê jî ferasetek cuda pêwîste. Emê bi vê ferasetê, bi awayekê hevpar bi hevre bixebitin.”