Xizmên girtiyan ên Dersîmê: Divê her kes bibin dengê girtiyên di grevê de 2019-03-14 15:15:22   DERSÎM – Xizmên girtiyan li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Dersîmê civina çapemeniyê pêk anîn û xwest her kes bibe dengê girtiyên di greva birçîbûnê de. Malbatan diyar kirin ku li Girtigeha Xarpêtê koma gardiyanan ku navê “A Takımi" lê kirine girtiyan derb dikin.    Xizmên girtiyan, bi armanca balê bikişîne ser îhlalên li Girtîgeha Xarpêtê pêk tên û rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Dersîmê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Namzetên Yekîtiya Hêza Şoreşger a Şaredariya Dersim Nurşat Yeşil û Hidir Demir û parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul jî amade bûn. Di civînê de Hevserokê HDPê yê Dersîmê û xizma girtiyan Ozlem Toprak, daxuyanî da û wiha got: "Berî her tiştî ez çalakiyên gireva birçîbunê ku di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de hatiye destpêkirin silav dikim. Ji 1'e Adarê de li hemû girtîgehan çalakiya grevê ya bêdem û bêdorveger hatiye destpêkirin. Ji bo gel di nava aştiyê de bijîn divê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Em wekî xizm û malbatên girtiyan divê li hemberi daxwazên girtiyan ên li dijî tecrîde bêdeng nemînin. Ji bo dawî li mirinan bê ev kes ketine grevê. Em dixwazin hemû cemawerî dengê xwe tev li dengê girtiyan bikin û daxwazên wan bêtir bilind bikin."   ‘A TAKIMI  LI SER KAR E'   Toprak, bal kişand ser zextên li ser girtiyên li Girtigeha Xarpêtê û wiha bi dawî kir: “Bi taybetî koma gardiyanan a bi navê A takimi bi fermana Cîgirê Midûrê Girtigehê yê bi navê Ercan li ser girtiyên siyasî zextan dike. Piştî fermana cîgirê midûr çend girtî hatin derbkirin. Hestiyên wan hatin şikandin. Îşkence li girtiyan dikin û zextên durînî li ser girtiyan zêde kirine. Bi awayekî keyfî û li diji hiqûqê zextan li girtian dikin.   Parlamenterê HDP'ê  Kemal Bulbul jî anî ziman ku li girtîgehan zext zêde ne û sûc tê kirin.