Şik ê HDP’î: Qeyûm dê pêşberî darazê hesap bidin 2019-03-14 15:00:43   COLEMÊRG-Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik, beşdarî xebatên hilbijartinê yên Geverê bûn û got: “Qeyûman şaredarî kirine çirava deynan. Kesên bûne sedema vê yekê dê li pêşberî darazê hesap bidin.”    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Ahmet Şik, li navçeya Gever a Colemêrgê, buroya hilbijartinê ziyaret kir û ji wir jî li esnafên navçeyê geriya. Şik li buroya hilbijartinê ya li ser Cadeya Cengîz Topel bi weltiyan re civiya û derbarê hilbijartinê de nêrînên xwe parve kirin Şik, diyar kir ku AKP ji ber tirsa windakirinê, êrîşê HDP’ê dike.    REXNEYA HDP’Î ÇIMA BI KURDÎ NA AXIVIN HAT KIRIN    Şik, bersiv da rexneya çima HDP’î bi Kurdî na axivin a welatiyekê û wiha bilêv kir: “Di rêde me dayîkek girt wesayîta xwe. Me sohbet pir xweş bi hevre kir. Dema min ji dayîkê re got ‘ez bi Kurdî nizanim’ rexneya ‘Ez bi Tirkî dizanim, lê tu bi Kurdî nizanî” li min kir. Ji roja ku partiya me hatiye avakirin û heta niha em li ser perwerdeya zimanê dayîkê radiwestin. Lê perwerdeya zimanekê didin pêşiya me. Perwerdeya zimanê dayîkê ji bo me xala serekeye. Zimanê dayikê mafe. Ji bo ku em li dijî hemû êrîşên li ser zimanê Kurd derbikevin, divê me perwerdaya zimanê zikmakî bixin pratîkê.”    'BERPIRS DÊ HESAP BIDIN'   Şik, da zanîn ku qeyûman şaredarî kirine çirava deynan û wiha bi dawî kir: “Xesar di kîjan astî deye em nizanin. Piştî hilbijartinê, dê hevaşaredarên me bi venihêran re xesarawn tespît bikin û kesên bûne sedema vê yekê, dê li pêşberî darazê hesap bidin.”   Şik, dûre esnafên navenda navçeyê ziyaret kirin û rastî eleqeya welatiyan hatin.