Di doza Şahîn Oner de daxwaza ‘şert û mercên hewayê’ 2019-03-14 14:36:53   AMED - Dadgeha doza Şahîn Oner ê dibin maşîneya zirxî ya polîsan eciqî û jiyana xwe ji dest da ya berdewam dike,  biryar da ku ji Kandîlî Rasathanesî agahiya şert û mercên hewayê yên di dema bûyerê de, bên girtin.    Danişîna doza polîs S.K. yê di 10'ê Sibata 2013'an de li semta Şehitlika Yenîşehîra Amedê çalakgerê 15'e Sibatê Şahîn Oner (19) di bin maşina zirxî de hişt û kuşt li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin.    BIRYARA RAPORA PISPOR    Polîs S.K. ê bi sûçdariya “bi zanebûn kuştinê” tê darizandin û parêzerên wî beşdarî danişînê nebûn. Parêzserê malbata Oner Abdullah Zeytûn beşdarî danişînê bû. Di danişîna derbas bûyî de biyar hatibû dayîn ku li cihê bûyerê keşîf bê kirin û rapora pıspor bê amedekirin. Dema ku danişînê dest pê kir, hat dîtin ku rapora pısporê nehatiye amade kirin. Ji ber vê dîsan biryar hat dayîn ku rapora pısporê bê amade kirin.    JI KANDÎLLÎ RASATHANESÎ RAPORA ŞERT Û MERCÊN HEWAYÊ DAXWAZ KIR    Dadgehê, biryar da ku ji Kandîlî Rasathanesî agahiya şert û mercên hewayê yên di dema bûyerê de, bên kom kirin. Şandeya dadgehê da zanîn ku ewê piştî agahiyên Rasathanê, biryarê bide û danişîn taloq kir.