Cejna Tibê: Bi berxwedanê têkbirina tarîtiyê mimkin e 2019-03-14 14:10:13   WAN – Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ozgur Denîz Deger diyar kir ku şer pirsgirêka tenduristiya gel e û got: “Bi ruhê berxwedana 100 sal berê têkbirina tarîtiyê mimkin e.”    Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê bi wesîleya 14’ê Adarê Cejna Tibê li odeya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da. Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ozgur Denîz Deger daxuyanî da û bi bîr xist ku bijîşk alîgirê zanistê, pêşverû, azadî û serbixwebûnê ye û wek sed sal berê çawa ku hekîman ji bo dermankirinê hewl dane di roja îro de jî didome. Deger got li gel bijîşkan xebatkarên tenduristiyê jî her ku diçe şertê xebata wan zor dibe û bi pirsgirêkan re dimînin.   'WÊ TÊKOŞÎNA ME LI DIJÎ ŞIDETÊ BIDOME’    Deger da zanîn ku beriya her tiştî jiyana mirovan ji bo wan pîroz e û got: “Li gel vê yekê jî her ku diçe bijîşk û xebatkarên tenduristiyê rastî şidetê tên û biçûk tên xistin. Roj bi roj şideta li dijî xebatkarên tenduristiyê zêde dibe. Pirsgirêkên pergala tenduristiyê derdixin holê li ser pişa hekîm û xebatkaran dikin. Ji bo şideta di qada tenduristiyê de kêm bibe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”    ‘LI DIJÎ ŞER EM AŞTIYÊ DIPARÊZIN’    Deger bi bîr xist ku bi KHK’iyan bi hezaran xebatkarên tenduristiyê hatin îxrackirin û bijîşk Cejna Tibê bi bêhiqûqiyan re pêşwazî dikin. Deger anî ziman ku şer pirsgirêkan ji tenduristiya gel re derdixe û got: “Her şer û pevçûn, di warê tenduristiya fizîkî, ruhî, civakî û derdorê de rê li ber pirsgirêkan vedike. Ji roja odeyên bijîşkan hatiye damezrandin li dijî şer helwesta xwe daniye holê. Em carek din dibêjin lêpirsîn û binçavkirina li dijî hekîman nayê qebûlkirin û dibêjin şer pirsgirêka tenduristiya gel e. Bi ruhê berxwedana 100 sal berê têkbirina tarîtiyê mimkin e. Li dijî şer em aştiyê, aramiyê, azadiyê, edaletê û demokrasiyê diparêzin.”