2 bersûcên din jî yên cînayeta Dînk hatin berdan 2019-03-14 13:36:35   STENBOL – Di danişîna doza Hrant Dînk de Wezîfedarê Îstîxbarata Stenbolê Muharrem Demîrkale û Midurê Nûçeyên FOX TV Ercan Gun ku dihatin darizandin hatin berdan.    Danişîna doza cînayeta Hrant Dînk ku wezîfedarên emniyetê, îstîxbaratê û eskeriyê ku bepirsyariya wan di kuştinê de hebûn di roja 3’yemîn de dewam kir. Danişîn li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Bersûcên girtî Ramazan Akyurek, Ercan Gun, Muharrem Demîrkale û Yavuz Karakaya ji girtîgehên lê dimînin bi rêya dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Alî Oz ê di hepsa malê de û bersûc Murat Bayrak, Adem Sarigol û Reşat Altay yên ne girtî dihatin darizandin di danişînê de amade bûn.    DADGEHÊ DU KES BERDAN    Piştî daxwazên duh hatin girtin de heyeta dadgehê biryara xwe ya navber eşkere kir. Dadgehê biryara berdana Fermandarê Îstîxbarata Cendermeyan a Stenbolê Muharrem Demîrkale û Midurê Nûçeyên FOX TV Erdan Gun da û qedexeya derketina derve ji wan re danî.    WÊ MUAMMER GULER WEK ŞAHID WERE GUHDARKIRIN    Li ser daxwaza parêzerê malbata Dînk, Hakan Bakircioglu, dê danişîna bê heyeta dadgehê wê wek şahid wê li Waliyê Stenbolê yê wê demê Muammer Guler, Serokê MÎT’ê yê Herêma Stenbolê yê wê demê Huseyîn Kubîlay Gunay, Wezîfedarê MÎT’ê yê Herêma Stenbolê Ozel Yilmaz û Handan Selçûk, Alîkarê Waliyê Stenbolê yê wê demê Ergun Gungor, Adem Saglam, Emre Altuntaş, Recep Koçpinar, Muhammet Bulgur, Adem Polat,  Mustafa Kuletaş û Muhammet Kirmaci guhdar bike.    Danişînek bê taloqî 11-12-13’ê Hezîranê hat kirin.    Bi biryara berdana van her du bersûcan re tenê 2 bersûcên girtî man.