Zuleyha Gulum: Em dikarin li Kocaelî jiyanek hevpar ava bikin 2019-03-14 13:27:18   STENBOL - Namzeta HDP'ê ya Hevseroka Şaredariya Mezin a Kocaelî Zuleyha Gulum, diyar kir ku li Kocaelî şaredariyek ku vîna gel esas nagire heye û wiha got: "Em dikarin şaredariyek ku mekanîzmaya venêrtinê gel e ava bikin û li Kocaelî jiyanek hevpar ava bikin."      Namzeta HDP'ê ya Hevseroka Şaredariya Mezin a Kocaelî Zuleyha Gulum, bi salan e di nava têkoşîna jinan de cih digire. Di bin baneyê gelek saziyên jin de xebat meşand. Gulum, di heman demê de parezer e û bi salan li salonan mafê mirovan parast. Gulum, di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bû parlamentera HDP'ê ya Stenbolê. Gulum, diyar kir ku li Kocaelî şaredariyek ku vîna gel esas nagire heye û wiha got: "Em dikarin şaredariyek ku mekanîzmaya venêrtinê gel e ava bikin û li Kocaelî jiyanek hevpar ava bikin. Gulum, anî ziman ku ji gelek bacarên Tirkiye mirov koçî Kocaelî kirine û Kocaelî bajarê karkeran e. Gulum, anî ziman ku Kocaelî buye bajarê betonê û wiha got: "Tenduristiya gel û xweza naye parastin. Mirovên diçin wir her tiştî li ser talankirina xwezayê ava dikin. Her tişt ketiye xizmeta sermayedaran. Mekanîzmaya venêrtinê ji holê rabûye. Di şaredariyê de vîn û biryara gel tune. Gel nikare lêpirsîn bike û xebatan venêre. Ger ku em bibin şaredar, berî her tiştî emê mekanîzmaya venêrtina gel pêş bixin. Gel dê karibe hemû xebat û biryarên şaredariyê venêre. Em dê mekanîzmaya modela demokratîk pêş bixin.  Dê li her taxê meclîs bên avakirin. Em dê bi biryarên meclîsên taxan, komele, sendîka û rêxistinên civakî yên demokratîk re kom bibin û bi hevre mekanîzmaya demokratîk ava bikin.    EM DÊ JIYANA HEVPAR AVA BIKIN.    Gulum, destnîşan kir ku ger şaredariyê bistînin dê berî her tiştî jiyana hevpar ava bikin û wiha bi dawî kir: "Modela serdestiya mêr ne qederek e. Jiyanek hevpar û wekhev pêkan e. Modela azadiya jinê û demokratîk ekolojîk dikare bi ruh bibe. Jiyanek bê asteng dikare bê avakirin. Me li Kurdistanê ev model ava kirin. Kocaelî jî ji bo vê modelê bajarekî girîng e. Gelek gel li vir bi hevre dijîn. Em ê li vir jiyana hevpar ava bikin. Em bang li hemû gelê Kocaelî dikin û dibêjin werin em bi hevre qezenç bikin. Hemû kesên mafê jinê, azadî û wekheviyê dixwazin em dest bidin hev û bi hevre jiyana hevpar ava bikin. Werin em bi hevre xebatên hilbijartinê bikin û bi hevre bi ser bikevin"