‘Bila kes meraq neke serketin a me ye’ 2019-03-14 09:50:45   ÎZMÎR – Ronî Yavuz ê ji 23’ê sibatê ve li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye got: “Bila kes meraq neke serketin a me ye.”    Ronî Yavuz ê 23 salî di 2016’an de ji ber tev li şahiyek li Zanîngeha Afyonê ya xwendekaran bû bi îdaya “Endamê rêxistinê ye” 10 sal cezayê hepsê lê hat birîn. Yavuz li Zanîngeya Kocatepe ya Afyonê beşa Endezyariya Makîneyê dixwend. Yavuz ê li Girtîgeha Jimara 4’an a Şakrana Îzmîrê dimîne ji 23 sibatê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Bavê Yavuz, Ramazan Yavuz ji bo hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne banga hestiyariyê kir.    ‘SERKEFTIN A ME YE’    Bav Yavuz da zanîn ku piştî grevên birçîbûnê li girtîgehan dest pê kir zextên li ser girtiyan jî zêde bûn û zextên derûnî li girtiyan tê kirin. Bav Yavuz anî ziman ku kurê wî Ronî ji wan re wiha peyam şandiye: “Dîroka derbasbûyî ji berxwedanek wiha mezin re şahidiyê nekiriye. Bedena me bihele jî em ê li ber xwe bidin. Dibe ku bedena me bihele lê em serbilind in. Bila her kes deng bide vî dengê me yê bi hêz. Bila kes vê tecrîdê û bêhestiyariyê qebûl neke. Bila kes merak neke serkeftin a me ye.” Bav Yavuz got ew li pey têkoşîn û daxwaza zarokên xwe ne û xwest demildest daxwaza wan bê qebûlkirin û tecrîd bê rakirin.    MA / Rûken Demîr