Li Edenê HDP'î bi çapemeniyê re civiyan 2019-03-14 13:14:27   EDENE - Rêxistina HDP'ê ya Edenê, di çarçoveyê xebatên hilbijartinê de, bi rojnamegerên bajêr re li hev civiyan.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edenê, di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de, bi endamên çapemeniyên yên bajêr re li hev civiyan. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan Tulay Hatîmogullarî ya beşdarî hevdîtinê bû, pêvajoya siyasî nirxand û bal kişand ser xebatên hilbijartina herêmî.   DEMOKRASÎ Û HIQÛQ TUNEYE   Hatîmogûllari, diyar kir ku ligel krîza aborî li welat, krîzên siyasî û civakî yên mezin tên jiyîn û wiha axivî: “AKP bi siyaseta gefê, polîtîkayê birêve dibe. Qeyûm tayînê şaredariyên herêmê kirin. Lê emê li gel şaredariyên xwe şaredariyên nû jî qezenc bikin. Li Edenê hemû hêzên demokratîk dê dengê xwe bidin namzetê hevbeş. Dê tifaqa Cumhur winda bike û emê li her qadê qezenc bikin.”