Bi pirtûka ‘Çîroka Şoreşek Winda’ birayê xwe yê winda vegot 2019-03-14 12:40:07 STENBOL – Rojnameger Faruk Eren birayê xwe yê hat windakirin bi pirtûka “Çîroka Şoreşek Winda” vegot. Eren got di her rûpelên pirtûkê de şopa birayê wî heye û tenê ne birayê xwe serdemek vedibêje.    Hayrettîn Eren hêj dema 16 salî ye di 21’ê mijdara 1980’yî de li Stenbolê tê binçavkirin û windakirin. Ji wê rojê ve agahî ji Eren nehat girtin. Birayê Eren, Faruk Eren ê rojnameger çîroka windabûna birayê xwe kir pirtûk. Eren bi navê “Çîroka Şoreşek Winda, Demek Li Haskoyê (Kayip Bîr Devrîmîn Hîkâyesî, Bîr Zamanlar Haskoy’de" derxist û ji aliyê Weşanxaneya Îletîşm ve hat çapkirin.    Eren di beşa pirtûka ya ewil de xwîneran dibe taxa Haskoyê ya lê hatine dinê û mezin bûne û ji xwîneran qala li cihek çawa çawa hatine dinê dike. Wek belgefîlmek pêşkêşî xwîneran dike. Eren di beşa duyemîn a pirtûkê de qala têkoşîna şoreşê ya li taxê dike û qala têkoşîna polîtîka a salên 1970’an dike. Eren di beşa sêyemîn a pirtûkê de cih daye çîroka windabûna birayê xwe û lêgerîna Dayikên Şemiyê.    DI 15 SALAN DE QEDAND    Eren diyar kir ku beriya 15 salan dest bi nivîsandina pirtûkê kiriye û sedemê dirêjbûna nivîsandina pirtûkê wiha vegot: “Min berê gelek nîşeyan girt. Lê ji bo ku di aliyê me de pêvajoyek travmatîk bû min dikir û nedikir nikaribû dawiya pirtûkê bînim. Min di compîtorê de hemû pêşenivîsar jî amade kiribû û qeyd kiribû. Lê ya rast computer têk çû û min nivîsên xwe winda kir. Pişt re min dîsa berhev kir. Ancak piştî ez hatim îxrackirin, min bêtir dema xwe da pirtûkê û qedand. Lê çîrok gelek kêm e. Tenê min birayê xwe û serdemekê vegot. Her tim di hişê min de ev vegotina vê serdemê hebû, ancak piştî bêkar mam min dawî li pirtûkê anî.”    WEK KU BÛYER NÛ QEWIMÎBIN QAL KIRIYE    Eren anî ziman ku tevî 40 sal di ser windakirina birayê wî de derbas bûye jî bûyerên di pirtûkê de vegotiye wek nû pêk hatine xwe didin nîşandan û got: “Ji bo ev travmayek giran e di hemû xizmên windayan de heye. Yanî têkildarî her bîranînek derbarê kesê winda de wek xazîneyek ketiye nava hiş. Tu tiştek nayê ji bîrkirin. Muhtemel ji ber vê yekê ye.”    ‘DI HER RÛPELEK PIRTÛKÊ DE ŞOPA BIRAYÊ MIN HEYE’    Eren destnîşan kir ku di her hevok ango rûpelên pirtûkê de şopa birayê wî heye û di dewama axaftina xwe de behsa bîranînên li gel birayê xwe û têkoşîna li taxê kir. Eren da zanîn ku ji ber rewşa travmatîk ew her tim ji nivîsandina pirtûkê direviya û got: “Lê dîsa ez neçar bûm binivîsim. Herî zêde keça min û biraziya min kirin ku ez binivîsim. Min motîve kirin. Dema nivîsandina pirtûkê me gelek zehmetiyan kişand. Di her hevokek pirtûkê de rondikê çavan hene.  24 SAL E LI AQÛBETÊ DIPRISE    Eren her wiha anî ziman ku ew yekemîn car di 27’ê gulana 1995’an de tev li çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê bûye û ji wê rojê heta niha li aqûbeta birayê xwe û windahiyên din dipirse.    MA / Ferhat Çelîk