Rûken a polîsan li Sîlopî bi maşîna zirxî birîndar kir şandin malê 2019-03-14 12:01:12   ŞIRNEX -  Rûken Elma a 9 salî ku li Navçeya Sîlopîya Şirnexê polîsan bi maşîna zirxî lê qeliband û piyê wê şikandin piştî li Nexweşxaneyê emeliyat bû, ew şandin mala wê.    Li Navçeya Sîlopî ya Şirnexê polîsan di 12'ê Adarê de bi maşîna zirxî li zaroka 9 salî Rûken Elma qeliband û piyê wê şikandin. Rûken Elma ku piyê wê şikest û li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopî emeliyat bû tabûrcî bû. Elma li serwîsa Cerahiya Giştî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopî emeliyat bû. Elma piştî emeliyat bû, şandin malê. Dayika Rûken Elma Fehime Elma, anî ziman ku platîn xistine hestiyê qorika pişta wê û niha rewşa wê baş e. Elma, anî ziman ku dê keça wê ji niha û şûnde li malê bê dermankirin û dubare kir ku ji polîsê ku li keça wê xistiye bi gilî ye.