Polîsan cara 3'emîn bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de gir: 3 kes binçav kirin 2019-03-14 11:04:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li avahiya HDP'ê ya Amedê piştî di 3'ê Adarê de bi tevlêbûna parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag 6 kesan dest bi greva birçîbûnê kir û di 8'ê Adarêde bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyan berdewa kir, polîsan heta niha 3 caran bi ser avahiya HDP'ê de girt. Polîsan di cara 3'emîn de 3 çalakgerên di grevê de binçavkirin. Polîsan li Mêrsîn û Erziromê jî bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin. Li Gimgimê jî ji 11 kesên hatibûn binçavkirin jê 3 kes hatin girtin.      Li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'ê Adarêde bi tevlêbûna parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag û 5 welatiyên din greva birçîbûnê dest pê kiribû. Polîsan di şeva 3'ê adarê de bi ser avahiyê de girt û 5 welatî binçavkirin. Polîsan piştî lêpirsînê 5 welatî 7'ê adarê de serbest berdan. Di 8'ê Adarê de bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê yên Wanê Tayip Temel û Murat Sarisaç û welatî Sevican Yaşar, Salih Cansever, Îsmet Yildiz, Salih Tekin, Bîlal Ozgezer, Abdulhalik Kurt û Yusuf Ateş 10 kesan çalakî berdewam kir. Polisan di şeva 8'ê Adarê de dîsa 7 welatiyên li avhiya HDP'ê ya Amedê di grevê de binçavkirin û 4 welatî girtin. 3 welatî jî serbest erdan. Welatî Abdulhalik Kurt, Yusuf Ateş û Salih Cansever pişti di 12'ê Adarê de hatin berdan duh li avahiya HDP'ê dîsa çalakiya xwe ya grevê berdewam kirin. Polîsan disaetên serê sibê de dîsa bi ser avahiya HDP'ê de girtin û welatiyên di çalakiya grevê de Abdulhalik Kurt, Yusuf Ateş û Salih Cansever dîsa binçav kirin û birin midûriyeta polîsan a Amedê.    MÊRSÎN / ERZIROM    Polîsan li Mêrsînê jî serê sibê bi ser gelek malan de girt û li malan lêgerîn kirin. Polîsan alavên malan tev li hev kirin û gelek malzemeyên dijîtal desteser kirin. Polîsan di serdegirtina malan de xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşam Murat Sekmen û Tuba  Salman jî di navde Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Mêrsînê Rojda Salman, Diyar Turgut, Vedat Turgut, Hizbullah Ekinci û gelek kesên din  binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Mêrsînê.    TATOS    Polîsan li navçeya Tatosê ya Erziromê jî bi ser mala namzetên hevşaredariya Tatosê de girtin. Polîsên bi ser mala namzetên HDP'a Tatosê Muzahit Karakuş de girtin, xebatkara HDP'ê Mehtap Demirkaya û li taxa Çukuryayla Abdulhadin Eser binçav kirin û birin midûriyeta polîsan   GIMGIM    Polîsan li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî di 9'ê Adarê de 11 kes binçav kiribûn. Ji 11 kesên hatin binçavkirin sewqî dadgehê kirin. Ji 11 kesan 8 kes hatin berdan û 3 kesên din jî hatin girtin. Endamê Meclisa HDP'ê ya bajar Şerafettin Ozturk, kurê wî Îsmet Ozturk û Mehmet Ertaş yên bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin şandin Girtigeha Tîpa E ya Mûşê.