Gelê Elihê li benda roja hesab pirsînê ye 2019-03-14 10:35:17 ÊLIH – Şêniyên Êlihê diyar kirin ku ew li benda roja hesab pirsînê ne û gotin: “Gel wê navê qeyûmê ku nizane bişîne cihê jê hatiye."    Ji hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê re 17 roj man. Li Êlihê jî partiyên siyasî xebatên xwe bi lez dewam dikin. Ji 11’ê îlona 2016’an ve qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin û di sala sêyemîn de qeyûm birêve dibe. Şêniyên Êlihê ku bi rêjeyek bilind di her hilbijartinên derbasbûyî de dengên xwe didin HDP’ê, xwe ji bo 31’ê Adarê amade dikin.    Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Êlihê diyar dikin ku ew ê bi rekorek mezin hilbijartinê bi dest bixin û şêniyên Êlihê jî anîn ziman ku ew ê deng nedin qeyûmê ku navê wî nizanin.    'EM NAVÊ QEYÛM JÎ NIZANIN’    Şoreş Tatli da zanîn ku bi tayînkirina qeyûm re darbe li vîna jinan xistin û got: “Em qeyûm û yên qeyûm jî tayîn kirin li Êlihê naxwazin. Qeyûm tu xizmetê nekir. Bi vê tişta ku kirin jî çavê me boyax kirin. Hemû kes li Êlihê HDP’ê dixwaze. Ya rast hêj em navê qeyûm nizanin. Qeyûm ne muxatabê me ne. Vîna me Sabrî Ozdemîr, Mehmet Demîr û Songul Korkmaz in.”    ‘SERKEFTIN WÊ YA JINAN BE’    Sozdar Nas a 24 salî jî diyar kir ku qeyûm xizmet ji Batmanê re nekirye û got: “Her kes li vir navê HDP’ê dizene. Me rojek qeyûm di nava gel de nedît. Lê hevşaredarên me her tim di nava gel de ne. Çimkî me wan hilbijart. Em ê di sindoqan de dîsa îradeya xwe beyan bikin. Wê ev jî bi saya jinan pêk were û serkeftin a jinan e.”    'JIN WÊ BERSIVA QEYÛMAN BIDIN’    Eda Mîrzaoglu jî anî ziman ku ew ji xizmeta qeyûm ne memnûn in û got: “Heke jin bên hişmendkirin wê ev welat bigîhîje ronahiyê. Wê jin ders û bersiva pêwîst bidin qeyûman.”    'EM Ê DÎSA BERSIV BIDIN’    Abdulkudus Yenîlmîş jî destnîşan kir ku qeyûm tenê ji alîgirên xwe re rantê pêk anî û got: “Dibe ku îro gel bêdeng be, lê wê gel di 31’ê Adarê de carek din bersiva xwe nîşanî wan bide. Wê ev gel di 31’ê Adarê de qeyûm û yên qeyûm tayîn kirin di sindoqan de bifetisîne.”    'EM Ê XWEDÎ LI SIBEROJA XWE DERKEVIN’    Burhan Ozdemîr ê 21 salî jî da zanîn ku ew ê yekemîn car di hilbijartina herêmî de deng bikar bîne û got: “Ez hemû ciwanan vedixwînin ji bo dengdayîna HDP’ê. Em ê wek ciwanan xwedî li siberoja xwe derkevin.”    'GEL LI BENDA ROJA HESAB PIRSÎNÊ YE’    Huseyîn Dun ê esnafiyê jî dike diyar kir ku ew ji ber krîza aborî li ber têkçûnê ye û got: “Ev sê salin em li benda 31’ê Adarê ne. Bila nebêjin ku gelê Êlihê bêdenge û têkçûye. Gelê Êlihê li benda roja hesab pirsînê ye. Demek hindik ma ji 31’ê Adarê re. Gel wê navê qeyûmê ku nizane bişîne cihê jê hatiye."    MA / Metîn Yoksu