Raperîna dayikek girtî: Tiştekî ku hûnê winda bikin çi maye? 2019-03-14 09:57:14 STENBOL – Dayika Cîhan Alkan ê di greva birçîbûnê de Necla Alkan bang li malbatên girtiyan kir û got: “Heke zarokên me bedena xwe dabin ber birçîbûnê divê dayik û bav li ber deriyê zîndanan heta serê sibê nobet bigirin. Tiştekî ku hûnê winda bikin çi maye?”    Girtî Cîhan Alkan ji 20’ê çile ve li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Dayika Alkan, Necla Alkan jî li Girtîgeha Jinan a Gebze girtî ne.    Alkan a 64 salî ji ber nexweşîna xwe nikare bikeve greva birçîbûnê û bi nameyek şand bal kişand ser greva birçîbûnê.   'LI BER ÇAVÊ MIN DIHELIN’    Alkan da zanîn ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û got: “Berxwedana bi pêşengiya Birêz Leyla Guven li her deverê belav bûye. Her deverê berxwedan hat destpêkirin. Dê ev berxwedan dewam jî bike. Bi mehane hevalê min li ber çavê min dihelin û ez li wan temaşe dikim.”   KURÊ WÊ DI GREVÊ DE YE   Alkan destnîşan kir ku bi salane lawê wê Cîhan Alkan ê girtî ne ji 20’ê çile ve li Girtîgeha Eskîşehîrê di greva birçîbûnê de ye û got: “Şerê jiyan û azadiyê dide. Ew û sê hevalê xwe di grevê de ne. Wan xistine odeyek bi tenê. Hemû amûrên ragihandinê ji destê wan girtine. Rojnameyek jî nadin wan. Gelek zeîf bûye. Ew jî wek her berxwedêrî heta çalakî dewam bike dê dest ji çalakiya xwe bernede.”    ‘TIŞTEK HÛN WINDA BIKIN ÇI MAYE?’    Alkan diyar kir ku ew wek dayikekê naxwaze bedena zarokên xwe yên mirî bibîne û got: “Me gelek zarokên xwe di vê rêyê de dane. Ji bo vê yekê divê hemû gelê me û raya giştî hestiyar tevbigere. Ez wan vedixwînim wîjdanê. Deng bidin dengê zîndanan û werin em van mirinan bisekinînin. Heke ku zarokên me mirinê dabin ber çavê xwe, hûn dayik û bav û divê heta serê sibehan li ber deriyê zîndanan nobetê bigirin û li kolanan qîr bikin. Lê her kes ketiye bêdengiya mirinê. Tiştekî ku hûnê winda bikin çi maye? Deng bidin dengên van qêrînan.”    MA / Sadiye Eser