Namzetên HDP'ê yên Panosê: Em ê reqorê bişikînin 2019-03-14 09:55:55 AGIRÎ - Namzetên HDP'ê yê Panosê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç, diyar kirin ku ew ê tevî gel bixebitin û navçeyê veguherînin bajarekî paqij.  HDP, hewl dide di hilbijartina 31'ê Adarê de li navçeya Panosê ya Agiriyê bi rêjeyeke bilind bi ser bikeve. Di hilbijartina herêmî ya 2014'an de li navçeyê AKP bi ser ketibû, lê belê di hilbijartinên piştî 2014'an de HDP, li Panosê ji sedî zêdetirî 70 deng girtine. Namzetên HDP'ê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç, gotin ew ê bi rêjeyeke bilind li Panosê reqorê bişikînin.    'EM Ê LI PANOSÊ BI SER BIKEVIN'    Namzeta HDP'ê Muşerref Geçer, bilêv kir ku şaredariyên di dest AKP'ê de ji bo jinan tu tiştekî nakin. Geçer, ew ê ji bo jin, ciwan û zarokan xizmetê bikin û got: "Panos, navçeyeke feodal e. Ji bo jin xwe îfade bikin û piştgiriyê bidin aboriya malê, em ê qadan biafirînin. Her wiha ji bo îstihdamkirina jinan em ê bixebitin. Di hemû civînan de jin dixwazin şaredarî kooperatîfan ava bike. Em ê tevî jinan li Panosê bi ser bikevin."    Geçer, destnîşan kir ku di warê avaniya sererd û binerd de pirsgirêkên Panosê zêde ne û ji bo navçe paqij be û mirov bi rihetî lê karibin bijîn, çi ji destê wan bê ew ê bikin. Her wiha Geçer, da zanîn ku li navçeyê di warê ava vexwarinê de pirsgirêk hene û bi salan e ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Geçer, diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê ew ê tev bigerin.    'EM Ê BI RÊJEYEKE BILIND BI SER BIKEVIN'    Namzet Emrah Kiliç jî, destnîşan kir ku ji bo ew li Panosê bi rêjeyeke bilind bi ser bikevin bi şev û biroj dixebitin. Kiliç, anî ziman ku li navçeyê eleqeyeke zêde ji bo HDP'ê heye û niha ew û gel tev de ji bo hilbijartinê dixebitin. Kiliç got: "Heta niha em kesên ku bibêjin em dengê xwe nadin we re rû bi rû nemane. Li vir gel ji me bêtir dixebite û propagandaya partiya me dike. Em jî ji dêvla dengxwestinê tenê serdana gelê xwe dikin."    Kiliç, diyar kir ku li navçeyê pirsgirêk zêde ne û ew ê pêşî li navçeyê pirsgirêka avê çareser bikin. Kiliç got: "Em diçin kuderê behsa pirsgirêka avê tê kirin. Mirov nikarin ava paqij peyda bikin. Heta li malan xweşikî av naherike. Niha rêyên navçeyê berbat in. Em ê pêşî van pirsgirêkan çareser bikin. Piştî evan pirsgirêkan em ê projeyên xwe pêk bînin. Piştî çareserkirina pirsgirêkên navçeyê em ê projeyên xwe yên der barê çand, huner, jin û zarokan pêk bînin."    'EM Ê PANOSÊ VEGUHERÎNIN BAJAREKÎ PAQIJ'    Kiliç, diyar kir ku li her derê bajêr çop lod bûne, lê belê wexta ew bên ser kar ew ê Panos veguherînin bajarekî paqij. Kiliç got: "AKP, li vir 5 salan gel esas negirt û tenê ji bo rantê tev geriya. Gel baş hay ji vê yekê heye. Lê belê emê di tiştên şaredariyê de tevî gel biryarê bigirin û bixebitin."    MA / Îrfan Tunççelik